19:36 21 Sibat 2018
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş: Em reşikên siyasî yên vî welatî ne, lê dewlet ya me hemûyan e

    © AFP 2018/ STRINGER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş di rûniştina dadgehê ya roja Çarşemê 17ê Çileyê ku li Enqereyê birêve çû û ji doza heqareta wezîrê navxweyî yê Tirkiyê beraet kir de, bal kişand ser nêzî 6 hezar endamên HDPê ku hatine girtin û got, “Em reşikên siyasî yên vî welatî ne. Lê dewlet ya me hemûyan e.”

    Selahattin Demirtaş
    © AFP 2018/ OZAN KOSE
    Hevserokê HDPê Demirtaş ji dadgerê dadgeha Sincan a Enqerê re got, "Darizandin karê wêrekbûnê ye. Di demeke ku parlamento hatiye rawestandin de pêwîst e dadger li gor hiqûq, edalet û wijdanê biryarên wêrekane bidin. Bibêjin çalakiyeke siyasî ye dozê hilweşînin. Hûn sax û em selamet, em li dosyeyên din binêrin."

    'EM VAN HEQARETAN HEQ NAKIN'

    Demirtaş herwiha di parastina xwe de bal kişand ser girtina nêzî 6 hezar endamên HDPê û wiha domand: "Bi awayekî sîsmetamîk hewl didin HDPê tune bikin. Em evqas heqeratan heq nakin. Derbarê Bahçelî de jî gelek dozên heqaretê hatin vekirin. Lê ya bi me dikin bi wî nakin. Em reşikên siyasî yên vî welatî ne. Lê ev dewlet ya me hemûyan e."

     

    Bi heman mijarî:

    McGurk û Qubad Talebanî li Hewlêrê civiyan
    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê: Em ê rîskên mezin bistînin, êdî sebra me nema ye
    Ji MGKê daxuyaniya Efrînê: Dê gavên pêwîst derhal bên avêtin
    Hikumeta lraqê ji bo şandina mûçeyên fermanberan sê şert pêşniyar kirin
    Serokatiya Parlamentoya Katalonyayê dîsa serxwebûnxwazan bi dest xist
    Rayedarê berê yê CIAyê hat binçavkirin
    ‘Hêzên Iraqê 2 ciwanên kurd revandin, yek ji wan polîs e’
    Etîketan:
    Demirtaş, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de