11:19 19 Sibat 2018
Zindî
    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê: Em ê rîskên mezin bistînin, êdî sebra me nema ye

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag piştî civîna Desteya Wezîran a bi Seroktiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civîneke rojnamevanî saz kir. Bozdag li ser mijara destwerdana Efrînê û avakirina hêza sînorî li Sûriyê got, “Dê Tirkiye ji bo pêşeroja hebûna xwe rîskên mezin bistîne.”

    Bozdag derbarê mijarê de ev daxuyanî dan: "Tirkiye ji bo ewlehiya sînorên xwe di qonaxeke krîtîk de derbas dibe. Gelek rîsk û gefên curbicur li ber Tirkiyê ne. Tiştên ku li herêmê diqewimin li ser ewlekariya me tehdîd in."

    'ÊDÎ SEBRA TIRKIYÊ NEMA YE'

    Bozdag bal kişand ser avakirina hêza sînorî li Sûriyê ji aliyê HSD-YPGê ve û got, "Piştgirîdana vê hêzê, gefeke li ser yekîtiya axa Tirkiyê, ewlekariya sînoran û can û malê hemwelatiyan. Divê her kes vê bibîne. Dê ji bo pêşeroja hebûna xwe Tirkiye rîskên mezin bistîne. Êdî sebra Tirkiyê gihîştiye asta dawiyê."

    'EM BI RÛSYA Û AMERÎKAYÊ RE HEVDÎTINAN DIKIN'

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê herwiha diyar kir, di sozên ku Amerîka derbarê Sûriyê de dide wan nakokiyên mezin hene û got, "Ya girîng ew e ku çekên bo YPGê hatine dayîn, ji wan bên standin. Gelekî girînge ku Amerîka derhal dawiyê li piştgiriya YPGê bîne û divê dev ji hewlên avakirina artêşa sînor û korîdora terorê berdin."

    Bozdag herwiha da xuyakirin ku, ‘Di vê pêvajoyê de hevdîtinên bi Rûsya û Amerîkayê re berdewam dikin.'

     

    Bi heman mijarî:

    Ji MGKê daxuyaniya Efrînê: Dê gavên pêwîst derhal bên avêtin
    Hikumeta lraqê ji bo şandina mûçeyên fermanberan sê şert pêşniyar kirin
    Serokatiya Parlamentoya Katalonyayê dîsa serxwebûnxwazan bi dest xist
    Rayedarê berê yê CIAyê hat binçavkirin
    ‘Hêzên Iraqê 2 ciwanên kurd revandin, yek ji wan polîs e’
    Hejmara xelkê Sûriyeyî li Stenbolê gihaşte 3 milyon û nîvan bû
    Muxalefet û hikûmeta Sûriyê li Vîyenayê dicivin
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de