08:37 20 Sibat 2018
Zindî
    Penaber

    Hejmara xelkê Sûriyeyî li Stenbolê gihaşte 3 milyon û nîvan bû

    © AFP 2018/ MAHMOUD ZAYYAT
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî agahiyên Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê li Tirkiyeyê 3 milyon 424 hezar û 237 kesên ji Sûriyeyê dijîn. Herî zêde Sûriyeyî li Stenbolê dijîn, hejmara kesên Sûriyeyî ku li Stenbolê dijîn 537 hezar e. Hejmara kesên li Kilisê dijîn ji şêniyên bajêr derbas bûye.

    Li gorî agahiyên Îdareya Giştî ya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji bo parastina demkî li Tirkiyeyê milyoek 852 hezar û 563 zilam, milyonek 571 hezar jin bi tevahî 3 milyon û 424 hezar û 237 Sûriyeyî dijîn.

    HERÎ ZÊDE SÛRIYEYÎ LI STENBOLÊ DIJÎN

    Li gorî agahiyên fermî herî zêde Sûriyeyî li Stenbolê dijîn. Stenbolê ku nifûsa wê nêzî 15 milyona ye, 3.63ê ji sedî xelkên Sûriyeyî ne.

    Piştî Stenbolê 462 hezar û 961 kesî Riha, 457 hezar û 106 kesan Entaqya, 350 hezar û 67 Entab, 119 hezar û 684 kesî Mêrsîn û 171 hezar û 685 kesî Edenê, 129 hezar 644 kesî Izmîr û 99 hezar û 990 kesî Konya tên.

    LI JÎNGEHÊN DEMKÎ BI QASÎ 230 HEZAR SURIYEYÎ DIJÎN

    Li Tirkiyeyê li 10 bajaran bi tevahî 21 jîngehên demkî hene.

    Li gorî vê yeke 228 hezar û 251 kes li jîngehên demkî ên fermî dimînin û jiyana xwe berdewam dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya rûsî: Kurd amade ne ku Efrînê biparêzin
    Daristanên cemserê yên berî 280 milyon salî hatin dîtin
    Tirkiye ji bo operasyona Efrînê li ser sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê sewqîyata leşkerî dike
    ‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare kurdan li Efrînê têk bibe'
    Etîketan:
    xelkên surîyeyî, Penaber, Kilis, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de