07:12 24 Gulan 2018
    Girtîgeha Silivriyê

    Girtiyên ku cilên yekreng li xwe nekirin rastî îşkenceyê hatin

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Halkin Hukuk Burosu ( Buroya Hiqûqê a Gel ) ragihand ku muvekilên wan î ku ji Girtîgeha 9. ya Silivrî ji bo dadgehê birine rastî zordestiyê hatine ku clên yekreng li xwe bikin.

    Halkın Huquq Burosu, ragihand ku girtiyên ku cilên yekreng li xwe nekirine rastî îşkenceyê hatine. Buroyê li ser medyaya civakî ev daxuyanî parvekirin:

    Muvekilêne me yên ku li Girtîgeha 9. ya Silivri dimînin Ilker Altundal û Gokhan Kesgin, dema ji bo danişîna doza li hakimtiya înfazê hatine birin, rastî zordestiyê hatine ku cilên yekreng li xwe bikin û ji ber ku ev yek qebûl nekirine rastî êrîşê hatine û îşkence li wan hatiye kirin."

    ‘GIRTIYÊN SIYASÎ GOTIBÛN EM Ê CILÊN YEKRENG LI XWE NEKIN'

    Sêpana ku di nav raya giştî de bû sedema nîqaşan bi 696. biryarnameya di hikmê qanûnê de hatibû qebûl kirin û ji bo girtiyên siyasî mecbûriyeta cilên yekreng anîbû. Girtî û mehkûmên siyasî jî ragihandibûn ku ew dê cilên yekreng li xwe nekin û li gelek girtîgehan çalakiya destpêkiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Panela HDPê ya li ser cilên yekreng hat qedexe kirin
    HDPê li ber girtîgehê cilên yekreng protesto kir
    Li girtîgeha Amedê jî li hember cilên yekreng protestoyan dest pê kir
    Li girtîgeha Duzceyê çalakiya dij cilên yekreng destpêkir
    Etîketan:
    girtîgeh, girtî, Gokhan Kesgin, Ilker Altundal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de