02:26 21 Gulan 2018
    Balafir

    Li Tirkiyeyê balafireke leşkerî ket: 3 kes mirin

    © REUTERS / Vladimir Pirogov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Li bajarê Tirkiyeyê Ispartayê balafira perwerdehiya leşkerî ya Casayê ya ku ji Eskîşehirê bi hewa ketibû li herêma baajrokên Yalvaç û Çayê ket. Li ser îxbarê gelek tîm bo herêmên hatine şandin. Waliyê Isparta diyar kir ku 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Balafira perwerdehiya leşkerî li gundê Yalvaç a bajarê Ispartayê ket.

    Balafir, piştî firîna demekê ji radarê derket. Li ser vê yekê tîmên rizgarkirinê bo herêmê hatina hinartin.

    WALIYÊ ISPARTAYÊ: 3 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

    Waliyê Ispartayê Şehmus Gunaydin diyar kir ku di encamdana qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha walî diyar kir ku ji ber ku enkaza balafirê li devereke asê ye bi rêya bejahiyê zehmet e em xwe bigihînine enqazê.

    Hate diyarkirin ku balafira ku ketiye balafira CASA ya CN 35 a kargoyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên Qetarê balafira sivîl a Îmarata Erebî tacîz kir
    Hûsî: Balafira şer ya Erebistanê me xist
    Balafira şer li nêzî sînorê herdu welatan ket
    Qurbaniyên balafira li Soçî ketî li New Jersey hatin bibîranîn
    Balafira Sûriyê li nêzîkî Hemayê hat xistin
    Etîketan:
    Balafir, Isparta
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de