08:53 19 Sibat 2018
Zindî
    Telefon

    Gelek şîrketên mezin ên cîhanê ji Tirkiyeyê vedikişin

    © REUTERS/ Simon Dawson
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyeyê gelek şîrketên mezin ên kureyî di nava tevgerê de ne. Ev şîrketên ku pêşiyê kargehên xwe, paşê jî markayên xwe digirin, niha jî yek bi yek operasyonên xwe yên li Tirkiyeyê bi dawî dikin.

    Li gorî rojnameya Dunyayê di nava 2 salên dawiyê de markaya hollandayî C&A, şîrketên îngilîz River Island ve Top Shop, şîrketa kozmetîk a almanî Douglas, markaya bincil a kanadayî La Senza û şîrketa mezin a îngilîz Debenhams biryar girt ku ji Tirkiyeyê derkevin. Markaya Mango ya îspanyayî jî kargeha xwe ya pêşîn a li Tirkiyeyê girt.

    Pêvajoya derketina ji Tirkiyeyê piştî şîrketên perakende bi înternetê û teknolojiyên mobîlê berdewam kir. Herî dawiyê şîrketa kanadayî ya navdar SOTI Inc di derbarê Tirkiyeyê de biryarek wergirt. Li gorî vê biryarê şîrketa SOTIyê veberhênanên xwe yên li Tirkiyeyê dan rawestandin û li şuna Tirkiyeyê dê derbasî Mîrnişîniyên Ereb ên Yekgirtû bibe.

    Şîrketa SOTIyê di ser Tirkiyeyê re zêdetirî 12 welat bi rêve dibir û bi zêdetirî 90 şîrketên telekomunîkasyonê yên wekî Samsung, Lenovo, LG, Sony û Huaweiyê re hevkariyê dike.

    Bi heman mijarî:

    'Operasyona Efrînê ji bo Tirkiyeyê dê ne seyran be, dê şerekî giran be'
    ‘Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava dilê kurdên li Tirkiyeyê dihêle'
    'YPGê bersiv da êrîşên komên bi piştgiriya Tirkiyeyê'
    Konsulê Tirkiyeyê serdana Bafil Talebanî û Hêro Ehmedê kir
    Etîketan:
    vekişîn, Şîrketa kanadayî SOTI, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de