08:49 19 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk

    Dr. Gergerlioglu: Fikra operasyonê wê Tirkiyeyê têxe teqanê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 31

    Serokê MAZLUMDERê yê berê, nivîskar û aktîvîst Dr. Omer Faruk Gergerlioglu nêrîn û encamên operasyona mehtemel a li hemberî Efrînê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Serokê MAZLUMDERê yê berê, nivîskar û aktîvîst Dr. Omer Faruk Gergerlioglu nêrîn û encamên operasyona mehtemel a li hemberî Efrînê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Gergerlioglu fikra operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê wê Tirkiyeyê têxe teqanê.

    Nivîskar û aktîvîst Dr. Omer Faruk Gergerlioglu ji Spûtnîkê re got: "Ez di serî de bêjim fikra operasyoneke leşkerî ya li hemberî Efrînê wê Tirkiyeyê têxe teqanê. Amadehiyên operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê ji bo polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Yanî mirov dikare bêje ji bo hisabê hilbijartinê ye. Armanca vê operasyonê meşrûkirina tifaqa mihefezar, nîjadperest û netewperestan e. Di xwazin bi operasyonê tifaqa sêalî di nava civaka Tirkiyeyê de meşrû bikin û piştgiriyê peyde bikin."

    WÊ KÎ HISABÊ KUŞTÎ Û BIRÎNDARAN BIDE?

    Aktîvîst Dr. Omer Faruk Gergerlioglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek ku em texmîn dikin eger operasyon were lidarxistin û şer gur bibe, wê kî hisabê kuştî û birîndaran bide? Tirkiye hê pirsgirêka navxweyî ya kurdî çaresernekiriye, bi operasyoneke derveyî welat çi hisaban dike û dixwaze çi bike? Hê pirsgirêka sereke ya navxweyî ya kurdî çaresernekiriye, li gor xwe di serê xwe de rêbazên çareseriyê ji kurdên derveyî welat re dibîne."

    ‘OPERASYON JI BO HISABÊ HILBIJARTINA NAVXWEYÎ YE'

    Dr. Omer Faruk Gergerlioglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em hemû dizanin ku hem Amerîka û hem jî Rûsya li dijî vê operasyona leşkerî ye. Tirkiye bi vê operasyonê dikeve nava rîskekî mezin. Mirov dikare bêje ewder tam heremeke teqane. Hem tevlîhev ku kes nizane destê kê di berîka kê de ye. Li herêmê ji her curan franksiyon hene. Ev operasyona leşkerî ya digel Amerîka û Rûsyayê wê ji bo Tirkiyeyê rîskekî mezin çêbike, çimkî serneketina opersyonê li ber çavan e. Muhtemele ev operasyon ji bo hisabê hilbijartin ê Tirkiyeyê tê kirin."

    EV OPERASYON JI BO POLÎTÎKAYA NAVXWEYÎ TÊ KIRIN

    Gergerlioglu di dawiya axaftina xwe de got: "Mafê ti kesî tineye ku Tirkiyeyê têxe nava macerayeke wiha. Xuyaye ji bo operasyonê zor tê kirin. Hinek bi zorê dixwazin vê hereketê bidin kirin. Jixwe her tişt eşkere ye. Em dizanin ku ji vê operasyonê wê ti encamên berbiçav jî dernekevin. Dibe operasyona were destpêkirin û di operasyonê de însan bên kuştin, xwîn were rijandin û dibe gelek şîdet û tundûtujî bibe, lê dîsa jî encam nayê guhertin. Û bi qenaeta min dê paşî derkeve holê ku ev operasyon ji bo polîtîkayên çepel ên navxweyî hatin kirin."

    Bi heman mijarî:

    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    Berdevkê Koalîsyonê: Efrîn ne di qada operasyona koalîsyonê de ye
    '10 xalên plana Amerîkayê ji bo Rojava, Efrîn û Minbicê'
    Erdogan: Em dê Efrîn û Minbicê aram bikin
    Etîketan:
    îhtîmala operasyona Efrînê, Omer Faruk Gergerlioglu, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de