08:58 19 Sibat 2018
Zindî
    balafir

    Tîmên Taybet dê êdî di balafiran de jî erkdar bin

    © Sputnik/ Dmitriy Petrochenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyê ji meha adarê ve di balafiran de dê tîmên taybet êdî wê wezîfedar bin. Tîmên Taybet ku dê tevî çekên xwe li balafirê siwar bibin dê hemû firînan de cî bigrin.

    Li gor nûçeya Gokhan Artan ê ji Haberturkê, dê ji meha adarê ve li Tirkiyê di balafiran de polîsên bi çek erkdar bin.

    "DÊ BI CILÊN SIVÎL KAR BIKIN'

    Polîsên ku dê ji nav tîmên taybet werin hilbijartin, dê bi cilên sivîl li balafiran siwar bibin. Dê çekên wan jî neyên ferq kirin. Tê pêşbînîkirin ku polîs di hemû balafiran de dê wezîfê nekin. Di vê rewşê de tenê dê li balafirên ku pênaseya we ya rîskê hebe siwar bibin.
    Di qanûna ku li Parlamentoya Tirkiyê hatibû qebûl kirin de, rê li ber wê yekê hatibû vekirin ku di balafiran de erkdarên ewlehiyê yên çekdar cî bigrin.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Erdîşa Wanê şer: 3 tîmên taybet birîndar bûn
    Kulter: 13 rojan di destên tîmên taybet de mam û pişt ra reviyam
    Gelo 41 tîmên taybet reviyan Libnanê?
    Cerdevan wê bibin tîmên taybet
    YPS: Li Wanê 20 tîmên taybet hatin kuştin
    Li Kolana Îstîklalê tîmên taybet digerin
    Etîketan:
    tîmên taybet, balafir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de