16:27 19 Sibat 2018
Zindî
    MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê

    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive

    © REUTERS/ Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK)a Tirkiyeyê îro di civîna xwe ya mehane de bi rojeva operasyona Efrîn, Minbic û avakirina hêza sînorê Rojava dicive.

    Tê îdîakirin ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) hemû amadehiyên operasyona li hemberî Efrîn û Minbicê qedandine û li benda îradeya siyasî ne.

    Li gor nûçeya Murat Gurgenê rojnameya Haberturkê, eger Hêza Çekdar a Tirkiyeyê li hemberî Efrîn û Minbicê operasyonê bide destpêkirin wê operasyon bi pêşengiya Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) zêdetir bi hêza bejayî were meşandin.

    Îro li Qesra Beştepe ya Serokomariyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan civîna Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) tê lidarxistin. Piştî civîna MGKê wê Lijneya Wezîran jî bicive. Di civînê de tê pêşbînîkirin ku ji bo dirêjkirina Rewşa Awarte biryara tewsiye were girtin.

    Bi heman mijarî:

    MGK: Pêwîst e misyona TSKê ya li Idlibê li Efrînê jî bê pêkanîn
    MGK: Referandûma ‘Bakurê Iraqê’ nemeşrû ye, nayê qebûlkirin
    MGK îro ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê dicive
    MGK: Referandûm xetayeke xeterî ye
    MGK: Piştgirîya YPGê bi hevalbendî û dostanîyê re bihev nake
    MGK: Piştgiriya PYDê ziyanê dide têkiliyên dostane
    Etîketan:
    MGK, TSK, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de