11:07 26 Gulan 2018
Hasankeyf / Heskîf - Batman

DDBê vîzeya tinekirina Heskîfê da

© AFP 2018 / STR
Tirkiye
Lînkê kurt
0 12

Navçeya Heskîf a Êlihê ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salî navendî ji gelek şaristaniyan re kiriye û ji 10 krîterên UNESCOyê 9 bi cih anîne ji ber avakirina Bendava Ilisuyê niha bi tinekirinê re rûbirû maye.

CHPê ji bo betalkirina Qanûna Torbe a 6663 ku di nav de rawestandina Bendava Ilisu ya Heskîfê jî heye serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da, lê DDBê serdana CHPê qebûl nekir û ji bo tinekirina Heskîfê vîze da.

Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) serdana CHPê ya betalkirina Bendava Ilisuyê red kir û ji bo berdewamiya bendavê vîze da.

Li gor nûçeya Oya Armutçuya rojnameya Hurriyetê, qada niştecih a Heskîfê ji ber avakirina Bendava Ilisuyê ku li ser Rûbarê Dîcleyê tê çêkirin wê ji bo herêmên jortir were veguhestin û dê berhemên dîrokî jî bi binê bendavê de bimînin.

Bi heman mijarî:

Bajarê 12 hezar salan ‘Heskîf' di bin avê de dimîne
Dildarên Heskîfê: Bila Dicle Azad biherike!
Cihê tirba dîrokî Zeynel Beg a Heskîfê hat veguhestin
Wênegirê Fransî li Heskîfê hat binçavkirin
Tirbeya dîrokî ya Heskîfê dê bê veguhestin bo cihê xwe yê nû
Etîketan:
Bendava Ilisuyê, DDB, Heskîf, Êlih, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de