08:23 27 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdoğan

Erdogan ji bo Efrînê bi sekreterê NATOyê re axivî: Em ê her cure tedbîran bistînin

© Sputnik / Sergey Guneev
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku ev demeke ji bo operasyoneke leşkerî bi ser bajarê Efrînê yê kurdan de bike di nav hewldanê de ye, bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re axivî.

Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî de li ser mijara operasyona Efrînê hatiye rawestîn.

Erdogan derbarê avakirina hêza 30 hezar leşkerên parastina sînor de ji sekreterê NATOyê re got, 'Ew pêkhateyeke bi vî awayî qebûl nakin.'

ERDOGAN: EM Ê HER CURE TEDBÎRAN BISTÎNIN

Erdogan di pêwendiya digel Soltenberg de, bal kişand ser ku ew dê di çarçoveya mafên hiqûqa navnetewî de ji bo parastina ewlekariya netewî her cure tedbîran bistînin.

Li gor çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê Erdogan ji bo wê hêza sînorê bakurê Sûriyê ku ji aliyê Amerîkayê ve tê perwedekirin ragihandiye, ew bi ti awayî vê yekê qebûl nakin û dê hewleke wiha bibe sedema têkçûna yekîtiya axa Sûriyê.

Erdogan herwiha ji sekreterê NATOyê re gotiye, nayê fahmkirin bê çima hinek ji hevpeymanan bi rêxistinên terorê re kar dikin.

 

Bi heman mijarî:

Pentagon: Ji bilî HSDê tu hêz ji me perwerdehî û piştgiriyê nastîne
Yildirim bi Balyozê rûsî li Enqerayê civiya
Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
HDP: Ger atmosfera şer dewam neke dê çawa OHALê berdewam bikin, dê çawa KHKyan bisepînin?
'Operasyona Efrînê ji bo Tirkiyeyê dê ne seyran be, dê şerekî giran be'
Erdoganî bi erebî peyamek weşand: Piştî Iraqê, me xencerek li dilê planên li Sûriyeyê xist
Etîketan:
Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de