11:06 26 Gulan 2018
Tank

Li ser sînorê Efrînê tank hatin bicihkirin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Berî operasyona Efrînê liv û tevger didomin. Artêşa Tirkiyeyê (TSK) 10 tank li ser sînor bicih kirin.

Li gorî nûçeya Çetiner Çetin ê rojnameya Habertıurkê tanken Artêşa Tirkiyeyê li devera Hassa ya li hemberî Efrînê bicih bûn.

Hate ragihandin ku di nava rojê de dê sewqiyat û bicihbûna tankan bidome.

​Ji hêla din ve Serokomarê Tirkyieyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû ku dê li hember opozîsyona Sûriyeyê pêk bînin. Herwiha ji bo piştgiriya kerwanekî leşkerî yê ji 15 wesayîtan pêk tê şandibûne bajarê Entabê.

Hêjayî gotinê ye ku Berpirsê Çapemeniyê yê HSDê Mistefa Balî ji bo Sputnikê ragihandibû ku hêza ji 30 hezar kesan pêk tê û jê re "Nobedarên Sînor' tê gotin, dê di bin sîwana HSDê de be. Navê wê jî dê ‘Nobedarên Sînor' be. Ji bo vê hêza sînor perwerdehî destpê kiriye û berdewam dike. Ji bo çekdayîn û perwerdekirina vê hêzê Amerîka jî dê alîkariyê bike."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em ê operasyona Efrînê bi dijberiyê re pêk bînin
3 topên hawanê li gundekî Efrînê ketin
Pisporê rûsî helwesta Erdogan a Efrînê şîrove kir: Pir hestiyar e
KCD: Mudaxeleya Efrînê dagirkerî ye, bi rihê Kobaniyê em dê xwedî lê derkevin
Etîketan:
Sewqiyat, Operasyon, HSD, TSK, Mustafa Balî, ÇEtiner Çetin, Hassa, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de