08:48 20 Sibat 2018
Zindî
    Altan Tan

    Ji bo Altan Tan 15 sal cezaya girtîgehê hat xwestin

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Ji bo Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê' heta 15 salan cezaya girtîgehê hat xwestin.

    Dozger di doza ku Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê' tê darizandin de îdianame xwend.

    Danişîna dozê li Dadgeha Cezaya Giran a 3yem a Amedê hat lidarxistin û Altan Tan beşdarî danişînê nebû, li şuna wî parêzerê wî amade bû. Dozger di danişînê de di dema xwendina îdianameyê de behsa çalakî, civînên Tan beşdar bûne, kir û parast ku Tan ji bilî tawanê ‘propagandaya rêxistinê' divê bi sûcên wekî ‘dijderketina yasaya civîn û xwepêşandanan' û ‘endambûna rêxistina terorê' were darizandin. Dozger ji bo Altan Tan bi giştî heta 15 salan cezaya girtîgehê xwest.

    Parêzer Tan ji bo parastina li dijî îdianameyê ji dadgehê dem xwest. Dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir û danişîn taloq kir.

    Bi heman mijarî:

    Cihê danişînên Selahattin Demirtaş hat guhertin
    Demirtaş wê beşdarî du danişînan bibe
    Demirtaş: Lidarxistina kampanyayên îmzê yên ji bo hevserokatiya min ne rast in
    Demirtaş: Ji her cure fedakariyê re namzed im
    Demirtaş: Hûn çawa dikarin min darizînin?
    Etîketan:
    cezaya girtîgehê, dozger, Parlamenterê HDPê yê Amedê, Altan Tan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de