22:31 22 Gulan 2018
    Recep Tayîp Erdogan

    Times: Erdogan di mijara Efrînê de bi agir dilîze

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Rojnameya Brîtanya Times operasyona Tirkiyê ya Efrînê şîrove kir: Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, li Sûriyê bi êgir dilîzê.

    Daxuyaniyên Tirkiyê ku dibêje ez ê li hember Efrînê operasyonekê li dar bixim di rojeva cîhanê de ne. Yek ji rojnameyên girîng yên Brîtanya Times, daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di ser nivîsa xwe de nirxandin.

    Rojnameyê parast ku Tirkiye wekî endameke NATOyê heke ‘bixwaze armancên xwe yên li Rojhilata Navîn pêkbîne, divê mutefîkên xwe bi xwe bide bawer kirin û ev yek dê serkeftinê bîne' û diyar kir ku divê kêşeyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de divê di nava NATOyê de were çareser kirin.

    Di sernivîsa ku bi "Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdogan, li Sûriyê bi agir dilîzê' dest pê dike, tê gotin ku heke Erdogan operasyonê pêkbîne dê du mutefik Tirkiye û Amerîka werin hemberî hev.

    ‘ARMANC NE SERXWEBÛN E SÛRIYEYEKE FEDERAL E'

    Zirve
    Rusya Devlet Başkanlığı basın servisi
    Di nivîsa ku tê de tê gotin ‘Erdogan, berî ku leşker bişîne Sûriyê divê careke din bifikire' diyar dike polîtikaya Sûriyê ya demên dawî ya Tirkiyê kontrolkirina kurdan e. Di nivîsa ku YPG tê de wekî duvikê PKKyê tê nîşan dan ku ji aliyê dewletên Rojavayî ve wekî rêxistineke terorî tê dîtin ev tiştên weha hatie nivîsîn:

    "Lê belê Amerîka bi armanckirina sazkirina hêzên li ser sînor armancên mentiqî diajo. Li Bakurê Sûriyê dîsa derketina holê ya DAIŞê, dê hêviyên xelaskriina şer biqedîne.
    Perwerde kirina milîtanên kurd yên berê ku ji bo bibin parêzvanên sînorê Sûriyê, ne vexwendineke ji bo şîdetê û ewlehiya Tirkiyê lê ji bo ku ew entegreyî Sûriyeya federal bibin gava ewil e.

    ‘DIVÊ TIRKIYE RÊZÊ LI WAN SÎNORAN BIGRE'

    Kêşaya kurd, li ser navê avakirina dewleteke kurdan, dîsa bi parçekirina Rojhilata Navîn nayê çareser kirin. Divê armanca ewil ya hêzên rojavayî ew be ku, di nav yekrêziya Sûriyê ji bo federaliyê qadeke mezintir vekin. Sînorên bi ewle ji bo vê pêwistiyeke jiyanî ne, herwiha rêzgirtina Tirkiyê a ji bo van sînoran jî."

    Bi heman mijarî:

    The Times: Kurd payîzî referandumê li dar dixin
    The Times: Pêwistî Erdoganekî bihêz heye, em dev ji kurdan berdin
    Times: Dibe ku Tirkiye ji bo îşaretekê bide NATOyê bi Rûsyayê re hevdîtinên S-400î dike
    Times: Tirkiye kesên terefgirên Rûsyayê bo NATOyê tayîn dike
    Times: Rûsya sê noqavên xwe dişîne Sûriyeyê
    Times: "Pêşmerge bêtirs terorîstên DAIŞî îmha dike"
    Etîketan:
    NATO, Efrîn, Times, Recep Tayip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de