22:38 22 Gulan 2018
    Endamekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    ‘Pêşî dê ASA têkeve Efrînê'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat îdîakirin ku Tirkiye di operasyoneke li hemberî Efrînê de wek Mertalê Firatê wê milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bide pêş û artêşa tirk dê başê întîqalî herêmê bike.

    Li gor nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê ku dispêre agahiyên kulîsan, di operasyona Efrînê de pêşî bi topbaranê wê arazî were paqijkirin. Milîsên ASAyê li pêş û artêşa tirk jî li pey wan wê têkevin Sûriyeyê. Di çarçoveya vê planê de hêzên tirk ên li Idlîbê wê ki başûr ve li Efrînê bidin. Di planê de bidestxistina Balafirxaneya Minnakê jî heye ku alîkariya lojîstîk were birîn.

    ‘SEWKIYAT DEWAM DIKE'

    Sewkiyata sînor a artêşa Tirkiyeyê ji bo operasyonê dewam dike. Beşek ji wesayîtên zirxî ku sala borî li tuxaya Şirnexê bi cih kiribûn duhî bi tiran sewkî Hatayê kirin. Di nava wesayîtan de tank û top jî hene.

    Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê, artêşa Tirkiyeyê ji vêga ve berê moşekên Hawkê daye herêma Efrînê.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em dê Efrîn û Minbicê aram bikin
    '10 xalên plana Amerîkayê ji bo Rojava, Efrîn û Minbicê'
    Erdogan: Wê Efrîn jî têkeve nava hevkariya me bi Rûsyayê re
    Şahoz Hesen: Efrîn ne kêmî Kobanî ye
    'Armanca operasyona Idlîbê Efrîn û Minbîc e'
    Etîketan:
    Artêşa tirk, ASA, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de