19:02 22 Çile 2018
Zindî
    erdogan

    Ji Erdogan gefa Efrînê: Me gotibû 'em ê şevekê ji nişka ve werin'

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di kongreya bajarê Tokatê ya AK Partiyê de axivî û got, ‘Em ê operasyona paqijkirina sînoran bi Efrînê berdewam bikin.’

    Erdogan ragihand, "Ew dê paqijkirina sînorên başûr ku bi operasyona Mertala Firatê dest pê kiriye, di rojên pêş de bi Efrînê berdewam bikin."

    Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser gotinên xwe yên, ‘Dibe em şevekê ji nişka ve werin' û got, "Bila me bişopînin. Niha ji bo me tacîzeke herî biçûk jî ji bo gavên em bavêjin îşaretek e."

    Suriye sınırına askeri sevkiyat
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    ‘BI GUHERTINA NAVAN EM NAXAPIN'

    Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û got ku PKK û DAIŞ çi be ew jî eynî ne û wiha pê de çû:

    "Niha Amerîka navan diguherîne. Hêzên Sosyal Demokratîk yan jî Hêzên Sûriya Demokratîk…Em bi van naxapin. Ma tu yê bi guhertina van navan me bixapînî Amerîka?.. Divê vê bizanin ku li Gabarê, Qendîlê, Şingalê û Efrînê ew her terorîst in."

    Etîketan:
    Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de