10:32 24 Çile 2018
Zindî
    Mîtînga CHPê

    CHP: Em dê biçin faşîzma AKPê tune bikin

    © AFP 2018/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Di Kongreya Asayî ya Partiya Komarê ya Gel (CHP) ya 36emîn de ji bo serokatiya bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu hate hilbijartin. Kaftancioglu piştî hilbijartinê axivî û got, Em dê biçin û faşîzma AKPê tune bikin.

    Di kongreya ku li Navenda Çandê ya Bostancyê hate lidarxisitin de gelek CHPyî amade bûn. Di hilbijartina serokatiyê Stenbolê de Canan Kaftancioglu ji 643 endaman 325 deng stendin û bû serokê nû yê CHP a Stenbolê. Serokê niha Cemal Canpolat jî di 318 dengan de ma.

    'EM DÊ JI VIR DERKEVIN, BIÇIN Û FAŞÎZMA AKPÊ TUNE BIKIN'

    Piştî encamdanê Seroka nû Kaftancioglu derkete ser kursî û axaftinek kir: "Min gotibû ez dê bi rêxistina xwe re serkevim û biserketim. Baş e ku hun hene, em pir xebitîn, pir westiyane. Ji bo organîzeya serkeftî ez ji Canpolat û ekîba wî re spasdar im. Me çi gotibû, me gotibû tiştên ku em dêbikin bêjin û tiştên em nekin em nabêjin. Niha ez vê dibêjim. Em mil di milê hev de, em dê ji vir derkevin û biçin faşîzma AKPê tune bikin. Ji bo ku hûn bime ewle ne û we bawerî bi me anî, spasdarim."

    Bi heman mijarî:

    CHP: Tirkiye wek ku komên cîhadîst diparêze tê nîşandan
    'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'
    CHP: Heke ew tişt bibe em ê Tirkiyê ser û binî hev bikin
    CHP: Roja sêşemê wê bombayeke mezin biteqe
    CHP: Em ê di hilbijartinan de gelek dengên kurdan bistînin
    Etîketan:
    Kongre, Faşîsm, AKP, CHP, STenbol, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de