11:03 22 Gulan 2018
    artêşa tirk-wesayetên leşkerî-leşkerên tirk- leşker-sînor

    PKK: Me operasyona artêşa tirk a Sîdekanê şikand

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 14

    Artêşa Tirkiyê (TSK) li devera Sidekan a nav xaka Herêma Kurdistanê li ser bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyon da destpêkirin. Berpirsê baskê leşkerî yê PKKê (HPG), Rêvan Welat ragihand, hewla operasyona bi ser Nahiya Sîdekanê hatiye şikandin.

    Peyamnêrê Sputnikê ji Herêma Kurdistanê ragihand ku hêzên Artêşa Tirkiyê (TSK) li devera Sidekan a nav xaka Herêma Kurdistanê li ser bingehên PKKê operasyon dan destpêkirin.

    'OPERASYON HAT ŞIKANDIN'

    Berpirsê baskê leşkerî yê PKKê (HPG), Rêvan Welat derbarê operasyona leşkerî ya Tirkiyê de ragihand, "Artêşa Tirk planek hebû ku operasyoneke leşekerî bi ser çend gund û navçeyên sînorê Nahiya Sîdekan ya ser bi qeza Soranê li Herêma Kurdistanê encam bide, lê endamên PKKê rê li hember wê operasyonê girtin û plana leşkerê tirk hat şikandin."

    'LEŞKERÊN TIRK HÎN JÎ DI NAV XAKA HERÊMA KURDISTANÊ DE MANE'

    Rêvan Welat di daxuyaniya xwe ya medyayî de got: "Di van rojan de artêşa tirk plan dikir gundên Kaniya Reş û Geliyê Reş û Gelê Hacî Beg û Girdê Mawa û Deşta Heyatiyê dagir bike û tê de bimîne. Lê endamên PKKê rê li hember operasyona leşekerê tirk girtin û neçar kirin ku paşde vegerin, belê hê jî di nav xaka Herêma Kurdistanê de mane."

    'BI ŞEV ÊRÎŞÎ LEŞKERÊN TIRK DIKIN, BI ROJ JÎ XUYA NAKIN'

    Rêveberê bajaroka Sîdekanê Îhsan Çelebî jî ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand, "Her şev endamên PKKê êrîş dikin ser artêşa tirk li navçeya Sîdekan, bi roj rewş aram e û kes gerîlayên PKKê nabîne."

    Çelebî da xuyakirin, nerast e ku artêşa tirk ketiye nav bajaroka Sîdekanê û got, "Nexêr gelek nêzîk nîne, lê tenê ji gundê Bermîze nêzîkin ku nêzî 150 mal hene û xelkê wî gundî bêtir haydarî bizavên artêşa tirk û PKKê ne ku her şev teqe li hevdu dikin."

    ‘ARTÊŞA TIRK BI ÇEKÊN GIRAN DI NAV XAKA KURDISTANÊ DE YE'

    Rêveberê bajaroka Sîdekanê diyar kir, "Artêşa tirk bi çekên mezin ketiye nav xaka Herêma Kurdistanê, mîna tank û zirpoş û topên mezin, lê em nikarin wê yekê piştrast bikin ya ku medya PKKê dibêje ka çend artêşa tirk paşde biriye û çi derbe û zirar pê ketine."

    Bi heman mijarî:

    PKKê bi fuzeyan êrîşî leşkerên tirk kir, leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Hunermendê kurd bi sedema stranên kurdî gotine hat girtin
    Demirtaş: Ji her cure fedakariyê re namzed im
    Ruhanî bo Amerîkayê: Hûn bi ser neketin
    Kurtulmuş: Ne ji Tirkiyê bûna, referandûma serxwebûnê bi ser diket
    Dozgeriya Midyadê peyva ‘Qeşmer’ ji nû ve xist rojevê!
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de