18:48 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Ji her cure fedakariyê re namzed im

© AP Photo / Petros Giannakouris
Tirkiye
Lînkê kurt
0 40

Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş ragihand, ew bi namzed nebûna xwe ya hevseroktiya HDPê ji têkoşînê venakişe, lê naxwaze girtîbûna xwe ya li girtîgehê wek firsendekî binirxîne.

Hevserokê HDPê Demirtaş ku cara ewil roja înê derketibû pêşberî dadgehê di hevpeyvîneke ji bo rojnameya Evrenselê de bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsan.

Demirtaş li ser namzedbûna xwe ya hilbijartinên serokomariya Tirkiyê diyar kir, "Ez ji bo gelê xwe û têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê bi dilxwazî ji her cure fedekariyan re namzed im. Ji bilî vê nebûme namzedê ti tiştekî din û nabim jî. Lewma jî ne fikrekî min ê wisa, ne jî amadekariyeke min heye. Di van şert û mercên siyasî û lezûbezî de, nerast e ku biryarên wiha bidim."

DEMIRTAŞ NAMZEDIYA SEROKOMARIYÊ RED NEKIR

Hevserokê HDPê bi timî namzedbûna serokomariyê red nekir û da xuyakirin, biryarên wiha di partiyê de divê bên nîqaşkirin û got, "Lê ez wekî şexs, bi teqezî dikarim bibêjim ku xwe ji namzediya serokomariyê re amade nakim. Divê ev bê zanîn."

Salahattîn Demirtaş li ser namzednebûna hevseroktiyê di kongreya 11ê Sibatê ya HDPê de jî got, "Ez di vê pêvajoya zehmet de, partiya xwe bitenê nahêlim. Helbet biryara devjêberdana têkoşînê nadim. Ji serkeftin û mezinkirina partiya xwe ya ku digel hemû êrîşan li ser piyan maye, pê ve ti fikareke min nîne."

Demirtaş li ser nîqaşên derbarê namzedbûna Abdullah Gul a hilbijartinên serokomariyê jî diyar kir, "Alternatîva sîstema yek zilamî dîsa ne kombûna li dora yek zilamî ye."

 

Bi heman mijarî:

Ruhanî bo Amerîkayê: Hûn bi ser neketin
Kurtulmuş: Ne ji Tirkiyê bûna, referandûma serxwebûnê bi ser diket
Dozgeriya Midyadê peyva ‘Qeşmer’ ji nû ve xist rojevê!
Li Stenbolê di otomobîla ku nesekinî de kesek hat kuştin
Ji bo beqan rêyê heta 3 mehan digirin
Piştî Erdoganî, Yildirimî jî YPG tehdîd kir
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de