10:53 18 Çile 2018
Zindî
    Binali Yildirim

    Piştî Erdoganî, Yildirimî jî YPG tehdîd kir

    © REUTERS/ Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Piştî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gef li YPGê xwarin, Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî gef xwarin û got, eger tehdÎd ji bakurê Sûriyeyê werin, dê bi heman awayî bersiva wan tehdîdan bidin.

    Yildirim li Kongreya 6em a partiya xwe ya bajarê Aksarayê axivî û got: Komên terorîst ên li bakurê Sûriyeyê, li Efrîn, Kobanî, Eyn el Eerbê welatê me tacîz dikin, êrîşan dikin. Divê her kes bizane ku çi êrîşa li ser Tirkiyeyê were, çi ji derve be, çi ji hundir be, em ê heman awayî bersivê bidin. Em dê qet derfetê nedin wan kesên aramiya vî welatî xera dikin.

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî vê sivehê gef li YPGê xwaribû û gotibû, "eger di nava hefteyekê de teslîm nebin, em dê wê derê bi ser serê wan de bînin xwarê" û wiha pê de çûbû: "Eger ew sozên ku li Minbicê dabûn me, neyên cih, em dê karê xwe bi xwe bikin. Di nava hefteyekê de, dê bibînin bê em ê çi bikin."

    Bi heman mijarî:

    YPG: Medyaya Tirkiyeyê hewl dide êrîşa li ser Efrînê meşrû bike
    YPG: Li Efrînê em ê berxwedaneke mezin nîşan bidin
    Erdogan: Me ji bo Efrînê helwesta wan dît
    Yaşar Yakiş: Mudaxaleya Tirkiyê ya ji bo Efrînê ne rast e
    PYDê li ser gefên Tirkiyeyê li dijî Efrînê daxuyanî da
    'Tirkiye tenê gefan dixwe lê dê nikaribe êrîşî Efrînê bike'
    Etîketan:
    YPG, Binali Yildirim, Recep Tayyip Erdogan, Minbic, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de