16:17 26 Nîsan 2018
    Alaya HDP

    Panela HDPê ya li ser cilên yekreng hat qedexe kirin

    © Foto : Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Panela li ser cilên yekreng a ku şaxa Wanê ya HDPê wê birêvebibira ji aliyê walîtiyê ve hate asteng kirin. Ji bo panelê destûr nehate dayin.

    Walîtiya Wanê, panela li ser cilên yekreng ku bi biryarnameya di hikmê qanûnê de, li ser girtiyan hatibû ferzkirin ya ku şaxa Wanê ya HDPê dê sibe lidarbixista, bi tometa ku naveroka wê fikaredare asteng kir.

    Derbarê mijarê Hevserokê Şaxa Wanê yê HDPê Umit Dede ji ANFê re axivî û got: "Wekî hûn dizanin bi biryarnameya di hikmê qanûnê de ya 696. ji bo girtiyan mecbûriyeta cilên yekreng hate anîn. Me jî wekî HDPê kêşeyên ku dê di encama sepandina vê qanûnê de derkevin vegotin û me got ev yek qebûl nabe. Lê belê hikûmeta bi israr, rêziknameyên ji bo vê qanûnê amade dike. Me jî wekî HDPê li ser encamên vê qanûnê yên hiqûqî, siyasî û civakî me xwest sibe li Odeya Baazirganiya Wanê panelekê li darbixin. Lê belê li welata me yê ku bi rewşa awarte tê birêvebirin walîtiyê panela me qedexe kir."

    Bi heman mijarî:

    Li girtîgeha Amedê jî li hember cilên yekreng protestoyan dest pê kir
    Li girtîgeha Duzceyê çalakiya dij cilên yekreng destpêkir
    Îranê dersên ingilîzî li dibistanên seretayî qedexe kirin
    Muftî pereyê dijîtal Bitcoin qedexe kir
    Li Wanê dîsa qedexe hat ragihandin
    Iraqê ji bo balafirgehên Kurdistanê biryareke nû da: Qedexe 2 mehan hat dirêjkirin
    Qeymeqam li Roboskî çûna ser goran qedexe kir
    Etîketan:
    panel, walîtî, qedexe, Umit Dede, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de