02:11 23 Gulan 2018
    Çewlika mirîşkan

    Li Mêrdînê bahora mirîşkan derket, ajalên bi bask hatin telef kirin

    © AP Photo / Eric Risberg
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gundê Boxaziyê yê bi ser Qosera Mêrdînê ve bahora mirîşkan hat tespît kirin. Yekîneyên Gerînendetiya Xwarek, Çandinî û Ajalvaniyê ji bo telefkirina ajalên bi bask xebat dan destpêkirin.

    Li gundê Boxaziye yê li ber sînorê Sûriyê yê bi ser Qosera Mêrdînê ve nêzî berî hefteyekê, di encama lêkolînê de, di mînakên ku ji ajalên bi bask hatibûn girtin de bahora mirîşkan hat tespît kirin. Sibehê Yekîneyên Gerînendetiya Xwarek, Çandinî û Ajalvaniyê çûne gund. Yekîneyên ku ji bo telefkirina ajalên bi bask xebat dan dest pê kirin, diyar kirin ku bahorê di ajalaan de karkiriye lê belê di mirovan de tu neyenî tune ne. Erkdarên ku tevdîrên pêwist stendine xebatên telefkirinê berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Îranê ji ber înfluenzayê 14 milyon mirîşk telef kirin
    Li Kurdistanê ji ber bêxemiyeke biçûk bi hezaran heywan telef bûn
    'Leşkeran gule reşand ser bizinan: 70 bizin telef bûn'
    Etîketan:
    telef kirin, mêrdîn, bahora mirîşkan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de