13:03 22 Çile 2018
Zindî
    Suriye sınırına askeri sevkiyat

    Ji TSKê operasyona Efrînê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Hêzên Çekdar Yên Tirkiyeyê (TSK) li Idlibê xalên çavdêriyê ava dike. Tê payin ku bi avakirina van çavdêriyan îhtîmala dorpêçkirina Efrînê xurttir dibe û tê îdiakirin ku operayon piştî biryarên siyasî wê bê destpêkirin.

    Li gorî nûçeya Haberturkê piştî ku li Idlibê şer cardin rû da, Tirkiye dixwaze bi operasyonekdin bi cihbûna xwe berfirehtir bike. Di vê çarçoveyê de civîna Lijneya Ewlekariya Milî ya Tirkiyeyê a 17ê rêbendanê girîng e. TSKê di serê hefteyê de yekîneyên xwe bi karwanan şandin herêmê, bi van yekîneyan, hat asta ku xala çavdêriya 4em ava bike. Bi vî awayî Efrîn tê dorpêçkirin. Lê ji bo destpêka operasyonê hêzên tirk, wê li bendeyi biryara siyasî bisekinin. Civîna Lijneya Ewlekariya Milî jî wê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erogan ve di 17ê rêbendeanê de saet di 15.00an de wê bê li dar xistin.

    ERDOGAN: DI HUNDIRÊ HEFTEYEKÎ DE WÊ BIBÎNIN

    Ji aliyê din ve Erdogan îro li Elezîzê axivî û derbarê îhtîmala operasyona Efrînê de wiha got: Bi operasyona mertalê firatê me korîdorek ava kir, bi operasyona Idlibê jî emê pêşiya xwe berfirehtir bikin. Sozên Minbiçê heke neyên cih, emê karên xwe bi xwe bikin. Heta hefteyekî wê bibînin ku em dikarin çi bikin û çi nekin.

    Bi heman mijarî:

    '10 xalên plana Amerîkayê ji bo Rojava, Efrîn û Minbicê'
    Erdogan: Em dê Efrîn û Minbicê aram bikin
    Şahoz Hesen: Efrîn ne kêmî Kobanî ye
    'Armanca operasyona Idlîbê Efrîn û Minbîc e'
    'Piştî Idlîbê divê armanc Efrîn be'
    Etîketan:
    Nûçe, Haberturk, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de