02:51 19 Çile 2018
Zindî
    Goristana Xerzan ku endamên PKKê lê hatibûn definkirin û bi fermana dozgeriyê ve hatibûn derxistin

    Vê care jî li Vartoyê goristan hat xerab kirin

    © Foto: Komeleya Mafên Mirovan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî goristana li Xerzanê vê carê jî goristana li gundê Kolan yê bi ser Vartoya Mûşê ve ya bi navê Ismail Ronahî, ji aliyê leşkerên tirk ve bi wesayîtên kar hate xerab kirin. Nayê zanîn ka cenaze di goran de an hatine birin.

    Piştî ku goristana li Xerzana Bedlîsê bi wesayîtên kar hat rûxandin û 267 cenaze ji bo tiba adlî ya Stenbolê hatin şandin vê carê jî li Mûşê goristaneke bi wesayîtên kar hat rûxandin.

    Derket holê ku Goristana Ismail Ronahî ya li gundê Kolan ê bi ser Vartoyê ve ku di sala 2015an de rastî êrîşa bomberbarana hewayî hatibû û mezcîd û cemxaneya lê hatibûn rûxandin, niha jî bi temamî hatiye rûxandin. Leşkerên ku di 10ê Rebendanê de bi ser gundê Kolan de girtin bi wesayîtên kar goristan rûxandin. Nayê zanîn cenazeyê 27 endamên PKKê yên di goristanê de li cihê xwe ne an na hatine birin.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Pêşmerge: Em ê Kurdistanê bikin goristana dijminan
    Di şerê li goristana bajêr de 2 wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin: 17 kuştî
    Cihê “goristana xayinan” diyar bû
    Li Silopiya 56 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
    Li Hatayê êrişî goristana Musewiyan kirin
    Cenazeyên 5 kesan li goristana bêkesan hatin definkirin
    Etîketan:
    rûxandin, goristan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de