10:54 20 Hezîran 2018
YPG - Eşme - Kobanî

Al Jazeere: Tirkiye dê ji du mihweran êrîşî Efrînê bike lê...

© AP Photo / Mursel Coban
Tirkiye
Lînkê kurt
0 12

Malpera Al Jazeereyê ya qeterî du raporteke derbarê operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel a li dijî Efrînê de weşand û tê de îdîa kir ku ev operasyon dê ji du mihweran ve pêk were lê ji tirsa ku Efrîn bibe wek Kobaniyê, Tirkiye dê nekeve bajarî.

Al Jazeere di raporta xwe dibêje ku amarên leşkerî yên wek hejmara navgîn û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê yan jî yên li ser sînorê Sûriyeyê hatine bicihkirin wiha diyar dikin, eger di demeke nêz de operasyonek çêbibe jî, dê ne bi wê mezinbûnê be ya ku birêveberiya Tirkiyeyê hewl dide nîşan bide.

"TIRKIYE LI EFRÎNÊ JI DUBAREBÛNA KOBANIYÊ DITIRSE"

Di berdewamiya raportê de, kanal analîzan li ser daxuyaniyên nefermî dike û diyar dike ku çavkaniyên fermandariyên Artêşa Sûriyeya Azad dibêjin ku armanca operasyona leşkerî ne ew e ku têkevin nava bajarê Efrînê, ji ber ditirsin ku senaryoya Kobaniyê dubare bibe û Tirkiye şermezar bibe.

"TIRKIYE DÊ DIJBERAN BIGIHÎNE HEV"

Li gorî raportê, destwerdana Tirkiyeyê ya Efrînê dê ji du mihwerean ve ku yek ji wan ji Mariê dest pê dike û yê din jî ji çoltera rojavayî ya Helebê ye û di encamê de eger operasyon bi ser keve, herêma Efrînê dê were dorpêçkirin û herêmên dijberiya çekdar a Sûriyeyê li Heleba rojhilatî û ya bakurî dê bigihêjin wan herêmên li çoltera Helebê ya rojavayî û Idlibê.

Hêjayî gotinê ye ku ev raport duh hatibû weşandin û îro Artêşa Tirkiyeyê ji navçeya Reyhanliyê ya Hatayê çeperên YPGê yên li Efrînê topbaran kiribûn

Bi heman mijarî:

Gelo Tirkiye dikare operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne?
Erdogan: Li Efrînê em ê gavan biavêjin
‘Tirkiye di nav salekê de 576 caran êrişî Efrînê kir'
YPG: Li Efrînê em ê berxwedaneke mezin nîşan bidin
YPG: Medyaya Tirkiyeyê hewl dide êrîşa li ser Efrînê meşrû bike
Yaşar Yakiş: Mudaxaleya Tirkiyê ya ji bo Efrînê ne rast e
Etîketan:
Artêşa Sûriyeya Azad, Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Idlib, Heleb, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de