06:25 24 Çile 2018
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Tirkiye dişihibe Almanyaya 1940î

    © Foto: CHP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê rojnamevanên girtî Şahin Alpay û Mehmet Altan de û li ser biryara serbestberdana herdû rojnamevanan a Dadgeha Destûra Bingehîn û redkirina dadgeha herêmî de axivî. Kiliçdaroglu Tirkiye şihiband Almanyaya Hitlerî.

    Kiliçdaroglu di kongreya hilbijartina serokê bajarê Stenbolê de axivî û biryara dadgeha herêmî rexne kir. Serokê CHPê Kiliçdaroglu Tirkiye şihiband Almanyaya Hitlerî û wiha got: Emê vê pergalê xira bikin, çawa ku Almanyaya Hitlerî almanan xira kir, emê jî bi mafê serhildanê, vê pergalê ji holê rakin. Cihê ku edalet lê tune be ne dewlet, ne mafê mirovan û ne jî azadî heye.

    Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de gotin anî ser Hitler û wiha domand: Di Almanyaya Hitlerî de muşawirê dadê hebûn û li gor Fuhrer biryar didan, kesên ku niha biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nasnakin wek wan muşawirê Hitlerî ne.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Tu çi tov zilamî lo?
    Kiliçdaroglu ji bo 2019an fermana manîfestoyê da
    Kiliçdaroglu: Webala KHKyan di stûyê endamên AYMê de ye
    Kiliçdaroglu: Pêvajoya pêşiya me wê bibe pêvajoya tifaqan
    Soylu ji bo Kiliçdaroglu: Tu bêşeref û sextekarekî siyasî ye
    Etîketan:
    bajar, Stenbol, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de