10:53 18 Çile 2018
Zindî
    Çêlek

    ‘Ji bo 5 çêlekan qeyûm hat tayînkirin'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 01

    Welatiyê bi navê Ali Vuran yê li gundê Amedê ku bi karê cotkarî debara xwe dike ragihand ku ji bo prîma wî ya piştgirîya çandinî birîne û biryara tedbîrê danîne ser 5 çêlekên wî yê ku debara xwe bi wan dike û got: "Ez nikarim bifroşim û tiştekî din bikim û ji bo 5 çêlekên min qeyûm tayîn kirin."

    şaredarî - Şaredariya bajarê mezin a Amedê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Piştî ragihandina Rewşa Awarte bi lêpirsinên ewlehiyê gelek karker ji kar hatin avêtin. Yek ji wan jî welatiyê bi navê Ali Vuran e. Vuran li gundê Yeşilli a girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê rudinê. Li Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê di beşa zabitayê de dixebitî lê piştî tayînkirina qeyûm bi KHKê ji kar hat derxistin. Vuran piştî ku ji kar hat derxistin li gundê xwe bi cotkarîyê debare xwe dikir. 5 çêlekên Vuran yên xwedî numareya guhar (qeydkirî) heye û li ser wan prîma pişgirîya çandinî distend. Vuran dema ji bo prîma pişgirîya çandinî çu Midurîyeta Çandinî ya Navçeya Sûrê hîn bu ku prîma wî hatîye birîn.

    QEYÛM TAYİNİ SER 5 ÇÊLEKÊN MI KIRINE'

    Vuran têkildarî rewşa xwe ji Ajansa Sputnik Kurdistanê re ev tişt gotin: "Ji xwe bi derxistina kar ez mexdur kirim, aniha jî wiha ez mexdur kirim. Mi debara xwe wiha dikir. Ne ez tenê gelek kes wiha mexdur kirine. Yê hevalekî mi nêzi 72 hezar TL prîma wî destdanîne ser. Yê mi ji 8-9 hezar TL ye. Piştî prim birîn mi biryar da ku 5 çêlekên xwe bifroşim. Lê ez hînbum ku tenê prîm ne birîne, di heman demê de biryara tedbîrê danîne ser 5 çêlekên mi. Ji ber ku biryar dane ez nikarim bifroşim. Armanca biryara tedbirê ew e ku ez nikaribim li ser golik, mast û şîr prîm bistînim. Ez mexdur kirim. Ez nikarim bifroşim û tiştekî di bikim. Qeyûm tayînî ser 5 çêlekên mi kirine. Têkiliyê mi yê bazirganî qut kirine. Ez çum Midurîyeta Çandinî ya Sûrê gotin hinceta wê ‘agahiyên îstixbarî' ye. Mi tu suc nekirîye û sabiqa mi jî tune ye. Sedem kurd buna me ye û dixwazin me xizan bikin. Weke di tu hincet tune ye. Midurîyet dibêje ku serê mehê wê tedbîr rabe."

    LI DIJİ PRENSİBA WEKHEVİYÊ YE'

    Serokê Odeya Cotyarî ya Şaxa Amedê Şihat Şengal jî têkildarî buyerê de ev tişt gotin: "Ji bo prîma piştgiriyê lîste tê amade kirin û ev lîste berî here wezaretê dişînin Komisyona Rewşa Awarte a Walitiyê. Têkildarî kesên ku navê wan di listeyê de heye lêkolina ewlehiyê tê kirin û wiha biryar didin ku dê prîm bidine kê. Ev kiryar ne raste û li dijî prsensîba wekehviyê ye. Divê ev prîm ne li gorî tiştek di, li gorî wî kesî helberîn kirîye an na li gorî wê were dayîn. Heger hejmara mexduran zêde bibe dê bandorek mezin li ser hilberîna çandinîyê bike."

    Bi heman mijarî:

    Nûçeya derheqê qeyûm de bû sedema lêpirsinê
    Qeyûm li ser gorên ermeniyan û xirebajêr avdestxane çêkir
    Qeyûm 84 karker ji kar derxistin
    9 qeyûm ji wezîfeyê hatin dûrxistin
    ‘Qeyûm bertîlê dixwun û gendeliyê dikin'
    Etîketan:
    çêlek, qeyûm, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de