18:49 26 Gulan 2018
Serokokamarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan

Erdogan bangî Fetullah Gulen kir: Dê Amerîka heta ku li pişt te be

© REUTERS / Christian Hartmann
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bangî Fetullah Gulen kir ku û diyar kir ku, "Amerîka te heta ku derê te biparêze. Dê te deyne ber derî. Wê demê tu cih ji bo revê bigerî, em jî dê bidin du te."

Erdogan di Kongreya partiya xwe ya bajarê Elazîzê de axivî û derbarê Fetullah Gulen de got: "Dê Amerîka heta dawî te neparêze, vê yekê bizane. Dê ev rojek te deynin ber derî, vê demê dê tu ji xwe re li cihê revê bigerî. Em jî bidin du te."

Erdogan derbar Mertala Firatê de axivî û wiha pê de çû: "Me bi vê operasyonê nehîşt ku korîdora terorî ava bikin. Me bi operasyona Idlibê, baskê rojava yê korîdora terorî şkand. Eger terorîstên li Efrînê teslîm nebin, em ê wir di serê wan de bînin xarê. Sozên ji bo Minbicê ji me re hatin dayîn bicih neynin, dê em bi xwe navika xwe bibirin. Heta hefteyeke dê bibinin em çibikin."

Em polîtîkayên li herêmê dixwazin bi Amerîkayê re birêve bibin. Ev yekalî nabe.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Me wesayîtên aydî Tirkiyeyê bi dest xist
Juncker: Li Tirkiyeyê heta ku rojnamevan girtî bin di têkiliyên me de pêşveçûn çênabe
Ji Tirkiyeyê bo hemwelatiyên xwe hişyariya DYAyê
‘YPGê milîtanekî DAIŞê li ser sînorê Tirkiyeyê girt'
Rûsyayê bersiv da Tirkiyeyê: Fetîh el Şam wê bê tunekirin
Etîketan:
operasyon, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de