16:19 26 Nîsan 2018
    Abdullah Ocalan

    Dozgeriyê bersiv da Mehmet û Fatma Ocalan

    © Foto :
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 06

    Dozgeriya Bursayê bersiv da serlêdana Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan a ji bo hevdîtina digel birayê xwe Abdullah Ocalan.

    Dozgeriya Bursayê cara 59an serlêdana çûna girava Îmraliyê bo malbatên girtiyan red kir.

    Mehmet û Fatma Ocalan roja duşemê serî li dozgeriya Bursayê dabûn ji bo biçin serdana birayê xwe yê rêberê PKKê yê li girava Îmraliyê girtî Abdullah Ocalan.

    Dozgeriyê bi hinceta tevdîrên ewlekariyê daxwaza malbatê red kir. Herwiha serlêdana malbatên girtiyên ligel Ocalan dimînin, Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi heman hincetê hat redkirin.

    Malbat ji 11ê Îlona 2017an ve nikarin hevdîtinê bi Ocalan û kesên li cem wî girtî re pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu bersiv da hişyariya Amerîkayê ya ji bo serdana Tirkiyê
    ‘Mixalefeta Sûriyê ji bo Soçiyê nehatiye vexwendin’
    HDPê li ber girtîgehê cilên yekreng protesto kir
    Vîdyoya NASAyê mirovan difirîne nav ewriyan
    Li ber parlamentoyê agir berda xwe
    Nêçîrvan Barzanî bi Papa re çi axivî?
    Etîketan:
    Girava Îmralî, Abdullah Ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de