16:21 26 Nîsan 2018
    HDP-Besime Konca

    HDPê li ber girtîgehê cilên yekreng protesto kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li ber girtîgeha tîpa Hyê ya Bursayê, sepana cilên yekreng ku tê xwestin li girtîgehan were sepandin bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kir.

    Şaxa Bursa ya HDPê, sepana cilên yekreng ku bi biryara di hikmê qanûnê ya 696. re ketibû meriyetê ku girtiyên siyasî cilên yekreng li xwe bikin li devê deriyê girtîgeha tîpa Hyê ya Bursayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kir.

    Di protestoyê de endamên bajêr û navçeyan yên HDP, hêzên demokrasîyê û malbatên girtî û mehkûman cî girtin.

    Daxuyaniya çapemeniyê hevserokê şaxa Bursa ya HDPê Filiz Ejderoglu xwend û got qaîdeya mahsumiyetê rasterast tê binpêkirin.

    Ejderoglu weha berdewam kir: "Mecbûriyeta cilên yekreng ku ne pêwistiyeke sedema girtin û rewşa girtîbûnê ye wekî navgîneke cezakirinê tê bikaranîn û ev mudaxaleya li hember rûmeta mirov e."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Pêdivî bi Abdulah Gul jî heye
    HDP: Ger rewş neyê guhertin dê li Tirkiyeyê şerê navxweyî derkeve
    Baskin Oran: Tê xwestin ku HDP were girtin
    'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'
    HDP li Wanê ji bo jinan mîtingekê li dar dixe
    HDP: Em AKPê û pêngavên wê meşrû û rewa nabînin
    Etîketan:
    kincên yekreng, rûmet, protesto, Filiz Ejderoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de