10:28 24 Çile 2018
Zindî
    Russian Ambassador to Turkey Andrey Karlov

    Ji sûîqesta Karlov kesekî din hat girtin

    © Foto: Russian Embassy in Turkey
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna derbarê kuştina Balyozê Rûsyayê yê Enqerê Andrey Karlov de, xebatkarekî Saziya Ragihandina Zanyariyan û Pêwendiyan a Tirkiyê (BTK) hat girtin.

    Kesê bi navê H.K ku ji aliyên tîmên ewlekariya Enqerê ve hatibû binçavkirin, li avahiya dadgehan a Enqerê derket pêşberî dadweriya nobedar.

    Dadgehê bi hinceta plankirin û şîrîkatiya di karê kuştina Andrey Karlov de, biryara girtina H.K da.

    Balyozê rûsî Karlov 19ê Çileya 2016an li pêşengeheke ku il Enqerê beşdariya wê kiribû bi sûîqestekê hatibû kuştin.

    Heta niha li ser kuştina Andrey Karlov, 3 ji wan polîs 6 kes hatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    Ji şîrketek hollandayî sepana seksê
    Parlamenterên kurd ji Ebadî dixwazin piroseya erebkirina Kerkûkê rawestîne
    Di pîramîda Keopsê de dibe ku textê ji meteoran hebe
    Aldar Xelîl: Em bo Soçiyê hatine vexwendin
    Juncker: Li Tirkiyeyê heta ku rojnamevan girtî bin di têkiliyên me de pêşveçûn çênabe
    Tîmên Taybet li Sûrîyeyê sabotajerên Hmeymîmê tune kirin
    Etîketan:
    Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de