04:54 23 Çile 2018
Zindî
    Dadgeh

    Doza zarokê ku bavê wî termê wî di telîsî de hilgirtibû bi dawî bû

    © Sputnik/ Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serdozgeriya Komarî ya Wanê ya Tirkiyeyê doz Muharrem Taşî temam kir û biryar da ku "pêwîstî tine ku dozê bişopînin."

    Doz bi îdîaya îhmalê û ji bo tawanên "qisûrkirina bûye sedema mirinê" û "bikaranîna xerab a peywirê" li Navenda Fermanderiya Lezgîn a 112an û xebatkarên birêveberiya taybet a wê demê hatibû vekirin.

    Li gorî nûçeya medyaya Tirkiyeyê, serdozgeriyê serî li pisporekî daye û di encamê îfadeya wî pisporî de biryar daye ku "pêwîstiya şopandinê tine."

    Muharrem Taşê 3 salî di 2yê Sibata 2014an de li mezraya Çelê ya girêdayî Gundê Payîzavayê yê Wanê nexweş ketibû. Îca ji ber ku rê bi berfê hatibûn girtinê, malbatê nekarîbû wî bibe nexweşxaneyê û telefonî rayedaran kiribû da ku alî wan bikin lê ti kes bi wan ve neçûbû û kurik nîvê şevê jiyana xwe ji dest da. Piştî wê malbata Muharrem Taşî wî dixin telîsekî û bavê wî, wî telîsî li pişta xwe dike û wiha dibe ji bo ku veşêre.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê erdhej pêk hat
    Li Şaraderîya Wanê 60 karker ji kar hatin avêtin
    Li Wanê PKKyîyan êrîş bir ser cerdevanan
    Li Wanê operasyon: Endamê DBPê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
    Li Wanê bi roketan êrişî avahiya Midûryeta polêsan kirin
    Etîketan:
    Payîzava, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de