02:48 26 Nîsan 2018
    Selahattin demirtaş

    Demirtaş: Hûn çawa dikarin min darizînin?

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 40

    Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş yê li girtîgeha tîpa Fyê ya Edirneyê girtî piştî 434 rojan derkete pêşberî dadgehê. Demirtaş got: "Mafê parastinê yê parlamenterekî li parlamentoyê dest pê dike. Niha parêzbendiyamin heye, herî kêm bi qasî ya Binali Yildirim. Baş ê lê hûn çawa min didarizînin.?"

    Selahatin Demirtaşê ku ev ji salekê bêtire girtiye, cara ewil ji bo danişîna dadgehê te anîn. Doza Demirtaşê ku berî niha ji ber ku xwestibûn wî kelemçe bikin nexwestibû derkeve dadgehê, li saloneke piçûk birêve diçe. Ji ber ku salon piçûke gelek parêzer û rojnameger danişînê ji derve ve dişopînin.

    'MA HÛNÊ DÎWARÊN BI GOŞT LÊ BIKIN'

    Selahattin Demirtaş
    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Li gor agahiyên ku Haci Bişkin ê ji Gazete Duvarê radigihîne, Demirtaşê ku kete salona dadgehê ji herkesî re destê xwe li ba kir û bînerên ku Demirtaş jî dîtin ew bi çepikan pêşwazî kirin. Lê belê ji ber ku cendermeyan dora Demirtaş girtibûn, bîneran deng li cendermeyan kirin û gotin: "Ma hûnê dîwarên ji goşt lê bikin. Ev danişîneke vekirî ye. Demirtaş jî ji Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay pirsî, ‘Serok tu çawayî, başî?' Parlamenterên HDPê û nûnerên din ên siyasî jî çûne cem Demirtaş û merheba bûn danê. Danişîna dozê, Hevseroka HDPê Serpil Kemlabay, Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Sezgin Tanrikulu, Endamên Saziya Serokan a ODPê Alper Taş, Cîgirê Serokê EMEPê Levent Tuzel, Serokê Koma HDPê Ahmet Yildirim, parlamenterên HDPê Ertugrul Kurkçu, Filiz Kerestecioglu, Nadir Yildirim, Mahmut Togrul, Huda Kaya, Ayşe Acar Başaran, Celal Dogan, Hevberdevke HDKê û Seroka EHPê Sibel Uzun û gelek saziyên çapemeniyê û lijneyên biyanî dişopînin.

    NAVNÎŞANA MIN A MALÊ HEVSERA MIN DIZANE'

    Demirtaş di dema tespîtkirina nasnameyê de got ez navnîşana mala xwe ji ber nizanim û got: "Hevsera min li vir e, ew dizane." Kesên li salonê keniyan. Dema ji Demirtaş li telefona wî ya destan hat pirsîn got: " Ew li derve ma."

    Demirtaş got, li ser usûlê dê daxwzên min hebin, ewilê piştî min ew nirxandin, ez dixwazim îdîaname were xwendin. Derbarê parêzbendiyê de bêusulî hene û derbarê vê de divê biryareke navbeynî were dayin. Dê tomara SEGBISê pêk were lê ez dixwazim ev wekî kurte tomar bibin, ji bo ku parêzerên me pêvajoyê bileztir bikin.

    'DAXWAZÊN ME NEHATIN QEBÛL KIRIN'

    Demirtaş wisa dest bi axavtina xwe kir: "Ewil ez spasiya hevalên ku hatine vir û yên li derve dikim. Ez dixwazim hin hevokên min wekî kurte tomar bibin. Niha derbarê wê beşê de diaxivim. Li gel ku bi pênaseya bersûc ez bi awayekî ne girtî têm darizandin, lê bi awayekî girtî têm darizandin. Ev 14 meh in cara ewilê derdikevim pêşberî dadgehê. Ji zêdetirî 20 dozan careke tenê derneketime pêşberî dadgehê. Cara ewilê li pêşberî dadgehê mafê parastinê bi dest dixim. 3 jê ji aliyê dadgeha we ve, bi tevahî 97 danişîn pêkhatin lê di hemuyan de ez ne amade bûm. An jî bi gotin bi SEGBISê îfadê bide. 20 caran zor li min hat kirin ku bi SEGBISê beşdarî dadgehê bibim.

    'HÛN ÇAWA DIKARIN MIN DARIZÎNIN?'

    Demirtaşa axaftina xwe weha berdewam kir: "Ji bp parlamenterek were darizandin, ewil divê parezbendiya wî li gor usulê were rakirin. Di tu lêpirsînên de ku derbarê me de hatine kirin de dadgehê wezîfeya xwe ya kontrolê pêk neanî. Serlêdanên me nehatin qebûl kirin.Qanûna ku nizama parêzbendiya dihewîne nehatiye kontrol kirin. Mafê parastinê yê parlamenterekî ne li salonên dadgehê lê li parlamentoyê dest pê dike, ev mafên me ji me hatin stendin. Ma niha parêzbendiya me tune ye? ne hewceye hûn bersivê bidin. Herî kêm bi qasî ya Binali Yildirim parêzbendiya min heye. Baş e hûn çawa dikarin min darizînin? Heke ez hewil bidim ku bazdim divê hûn destê xwe nedin min, lewra parezbendiya min heye. Mustafa Şentop li xwe mikur hat ku rakirina parezbendiyê me li dijî Destêra Bingehîn e. Divê ev mijar bo Dadgeha Destûrê biçe.

    ‘EZ DIXWAZIM HÛN DOZÊ BIBIN DADGEHA DESTÛRÊ'

    Demirtaş weha berdewamî da parastina xwe: "Di hilbijartina ewil ya serokkomariya Tirkiyê de ji 3 namzetan 1 ez bûm. Di dozeke wisa de hakimê asliye cezayê çi bike? Divê ev barê giran, ji van dadgehan re neyê dayin. Çawa musteşarê MITê, Serokerkan, di dadgehên bilind de tên darizandin, ji bo ku parlamenter jî di dadgehên bilinde werin darizandin divê serî li Dadgeha Destûrê were dayin. Di vê mijarê de piştî we biryara xwe ya navberê da ez ê parastina xwe berdewam bikim.

    Lijneya Dadgehê, doz ji bo 17 Gulanê taloq kirin. Biryar hat dayin ku dîsa Demirtaş bo dadgehê were anîn. Demirtaş dema ji salonê veqetiya got: "Hay ji xwe hebin, bi xatirê we."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bersiva Kaplanî da
    Demirtaş îro piştî 434 rojan derdikeve pêşberî dadger
    Kaya: Divê HDP dest ji Demirtaş bernede
    Dadgehê biryar da gotina ‘xayinê welêt' ya ji bo Demirtaş ne heqaret e
    Demirtaş dê wekî şexs beşdarî danişînê bibe
    Hasîp Kaplan: Nebe ku tirkek çav berde cihê Demirtaş, bila hedê xwe bizanin
    Etîketan:
    danişîn, doz, dadgeh, Selahatin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de