07:14 21 Nîsan 2018
    Ahmet Yildirim

    Şandeya dadgehê ji parastina parêzerê Zeydan re got: ‘hûn me aciz dikin’

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Serokwekîlê Koma HDPê Ahmet Yildirim têkildarî cezekirina parlamanterê HDPê yê Colemergê Abdullah Zeydan got, “ew fermana ji cihekî bilind hatiye nivîsandin. Heger parêzeran delîl nîşan nedana û parastin nekira jî biryar ji berê diyar bû.” Yildirim got, şandeya dadgehê ji parêzerê Zeydan re gotiye ‘hûn me aciz dikin.’

    Ahmet Turk
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Serokwekîlê Koma HDPê Ahmet Yildirim, li ber edliyeya Amedê têkildarî ceze dayîna parlamanterê HDPê yê Colemergê Abdullah Zeydan axivî. Yildirim danişîna Zeydan weke ‘şano' bi nav kir û wiha axivî "Cezeyê berê ku hat dayîn ji aliyê dadgeha İstinafê hat xerakirin. Lê îro sedema xerakirina cidî nehat dîtin û wan nexwest ku li wan delîlên ku parêzeran pêşkeş kirin bên dîtin û dadgehê heman biryar da. Heger wiha be çi hewceya dadgeha îstinafê heye?

    ‘FERMAN JI CIHEKÎ MEZIN HATIYE NIVÎSANDIN'

    Yildirim anî ziman ku Zeydan ji ber cihekî ku neçûyeyê û axaftinek ku nekiriye hatiye cezekirin û wiha berdewam kir: "Parêzeran vîdeo nîşan da û hat dîtin ku Zeydan neketiye herêma ewlehiyê ya taybet. Şandeya dadgehê jî temaşe kir. Ya duyem jî axiftina wî ku dibêjin ‘pesindayîne' hat temaşekirin. Di wir de bi awayek zelal ji fermandar re dibêje ku dixwazin termê endamê PKKê û yê leşkerekî tirk bigirin. Ya din jî dibêjin qaşo tiştên xwarin û tenduristiyê ji PKKiyan re dibin. Di hemû vîdeo û delîlan de xuya dike ku tenê bi dayikan re diçin cinaze bigirin. Lê ew fermana ji cihekî bilind hatiye nivîsandin. Heger parêzeran delîl nîşan nedana û parastin nekira jî biryar ji berê de diyar bû."

    Sirri Sureyya Onder
    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    ŞANDEYA DADGEHÊ JI PARÊZER RE GOT ‘HÛN ME ACIZ DIKIN'

    Yildirim bal kişand ser helwesta şandeya dadgehê û ev tişt gotin: "Ji kengî ve şandeya dadgehê ji parastina parêzera re dibêje ‘hûn me aciz dikin'? Hûn dizanin acizkirin çi ye, acizkirin rehîngirtina îradeya 6 milyon mirovan ye. Hîn bi kiryarên xwe bi milyonan mirovan aciz dikin."

    Bi heman mijarî:

    HDPê biryara xwe ji bo Demirtaşî da
    Derbarê 19 parlamenterên HDPê de fezleke hat amadekirin
    HDPê ji bo Demirtaş banga şopandina dozê kir
    HDPê derbarê Qudsê de daxuyaniyek da
    Parlamenterê HDPê ji bo dadgehê birin Elezîzê
    Etîketan:
    PKK, HDP, Ahmet yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de