02:33 26 Nîsan 2018
    Şeva şahiya dengbêjan li Zanîngeha Bogaziçiyê

    Li Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê şevbuhêrka dengbêjan hat lidarxistin

    © Sputnik / Mustafa Zengin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 30

    Şeva duhî li Zanîngeha Bogaziçi ya li bajarê Stenbolê ji aliyê koma xwendekarê kurd a bi navê Chalak Events, Klûba Edebiyatê/Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogaziçiyê ve bernameyeke bi navê "Dengbêj Nights" hat birêvebirin. Bernameya dengbêjan ev cara yekeme li Zanîngeha Bogaziçiyê tê lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî bernameyê bûn.

    Şeva duhî li Zanîngeha Bogaziçiyê ji aliyê koma ciwanên kurd a bi navê Chalak Eventsê ve bernamyeke bi navê "Dengbêj Nights" (Şevên Dengbêjan) hat birêvebirin. Ji bo bernameyê du dengbêjên qedirbilind ên kurdan Dengbêj Zahiro û Mihemedê Beyro hatibûn vexwendin. Dengbêj Zahiro ji ber nexweşiya xwe nikarîbû zêde dirêj kilam bigota û li şuna wî dengbêj Sebriyê Agirî berdewam kir.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sebriyê Agirî gava li şûna Dengbêj Zahiro rûnişt jê destûr wergirt û wisa dest bi gotina kilaman kir. Herwisa Agirî bal kişand ser arşîveke dengbêjiyê li ber destê wî heye û ew ê wê arşîvê di demeke nêzîk de biweşîne. Li gel vê yekê di şahiya dengbêjan de rapbêjê kurd Reqso jî bi stranên xwe yên rapê beşdarî dîwanê bû û şahiyeke rengîn hat temaşekirin.

    Di destpêka bernameyê de Serdar Şîrnas behsa dengbêjiyê kir. Şîrnas ji rola dengbêjan a civakê heta perwerdehiya wan û dengbêjên jin, di gelek waran de behsa dengbêjiyê kir. Şîrnas di axaftina xwe de ji Evdalê Zeynikê heta Reso û Şakiro behsa gelek dengbêjan kir.

    'GER NE DENGBÊJ BÛNA HAYA KESÎ ZÊDE JI BÛYERÊN DÎROKÊ ÇÊNEDIBÛ'

    Di bernameyê de herwisa lêkolîner û xwendekarê doktorayê yê li Zanîngeha EHESSê Sedat Ulugana jî behsa dengbêjiyê kir û derbirî ku ger ne dengbêj buna haya kesî zêde dê ji dîroka kurdan, ji bûyerên wekî Serhildana Agiriyê tune bûya û bal kişand ser ku dengbêjan roleke ragihandinê jî bi cih aniye. Ulugana diyar kir ku piştî derketina kasetan dengbêjî hîn zêde belav bû û got, dengbêjên gihîştin wê serdemê bisiûd bûn.

    Şahiya dengbêjan a li Zanîngeha Bogaziçiyê ji aliyê koma ciwanên kurd a bi navê Chalak Events ve hat birêvebirin.
    © Sputnik / Mustafa Zengin
    Şahiya dengbêjan a li Zanîngeha Bogaziçiyê ji aliyê koma ciwanên kurd a bi navê Chalak Events ve hat birêvebirin.

    DENGBÊJ ZAHIRO: PERÊN MIN HEBÛYA EZ Ê BIFIRIYAMA

    Dengbêja Mihemedê Beyro ji bo Sputnik Kurdistanê anî ziman ku ew beriya niha jî li zanîngehan beşdarî şahiyan bûne û kilam strane û got, lê ev ji bo me gelekî cuda bû, eleqeya ciwanên kurdan a li vir gelekî kêfxweş aniye. Dengbêj Zahiro jî, ku ji ber nexweşiya xwe nikaribû zêde kilam bigotana, kêfxweşiya xwe anî ziman û got "Eger îşev perên min hebûya, ez ê bifiriyama. Ez ew qas kêfxweş bûm."

    'EM Ê HEWL BIDIN BERNAMEYEKE DIN A DENGBÊJIYÊ LI DAR BIXIN'

    Aktivîsta xwendekar a koma Chalak Eventsê Kînem Şahîn jî ji bo Sputnik Kurdistanê diyar kir ku lidarxistina şahiyeke wisa ya şeva dengbêjan li Zanîngeha Bogaziçiyê wekî tiştekî serkeftî bi nav kir û anî ziman ku armanca wan bi çalakiyên bi vî rengî pêşxistina zimanê kurdî ye. Şahîn anî ziman ku wan sala borî jî bernameyeke wisa ya dengbêjan li dar xist û ew ê hewl bidin bernameya xwe ya sêyem jî amade bikin.

    Piştî bernameyê dengbêjên kurd li gel dehan ciwanên kurd ji Zanîngeha Bogaziçiyê derketin û çûn rawestgeha metroyê. Dengbêjan bi beşdarbûna ciwanên kurd di rêwitiya metroyê de jî kilamên xwe gotin.

    Bi heman mijarî:

    Qeyûm Mala Dengbêjan kire Komelaya Musikiyê, nivîsên kurdî yên li ser otobêzan jî rakirin
    Qeyûmê Amedê ‘şeva dengbêjan' li dar xist
    Li Stenbolê organîzasyoneke xwendekarên kurd a çand, huner û sosyalîzasyonê: Chalak Events
    Hunermendê kurd ê Îranê: Ev serhildana li dijî bêedaletî û zilmê ye
    Kemançeya hunermendê kurd ê navdar ket lîsteya UNESCOyê
    Hunermendê navdar Şehram Nazerî: Kurd hemû cureyên mirinê tam kirin
    Etîketan:
    şevbuhêrk, dengbêj, Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê, Chalak Events, Sebriyê Agirî, Mihemedê Beyro, Dengbêj Zahiro, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de