19:57 23 Gulan 2018
    Goristana Xerzan

    ÎHD: Di goristanê de hestiyek jî nemaye

    © Foto : Komeleya Mafên Mirovan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Şaxa ÎHDê ya Bedlîsê,piştî lêkolîna li Goristana Xerzanê raporek amade kir û ragihand ku gor hatine vala kirin û hestiyek jî nemaye. Heta niha 5 malbatan serî li komeleyê daye û ÎHD, TÎHV û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) aşkera kirin ku ew ê mudaxîlê pêvajoyê bibin.

    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê, li Goristana Xerzanê ya Olaka Jêrin ku 267 cenaze jê hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê lêkolîn kir. Piştî lêkolînan İHDê rapora ku amade kir ji raya giştî re aşkere kir. ÎHDê destnîşan kir ku wan di 24ê kanûna 2017an de li Goristan Xerzanê lêkolîn kiriye û ev tişt got: "Îdiayên ku ketibûn rojeva raya giştî; goristan hatine xirabkirin, beyî agahiya malbatan cenaze ji goran derxistine û şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Piştî malbatakê serî li Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê da, bûyer bi rêya çapemeniyê hat bihîstin û li ser medyaya civakî belav bû. Der barê bûyerê de serî li komeleya me jî dan û daxwaz hat kirin ku li goristanê lêkolîn bên kirin."

    • Goristana Xerzan ku endamên PKKê lê hatibûn definkirin û bi fermana dozgeriyê ve hatibûn derxistin
      Goristana Xerzan ku endamên PKKê lê hatibûn definkirin û bi fermana dozgeriyê ve hatibûn derxistin
      © Foto : Komeleya Mafê Mirovan

    1 / 5
    © Foto : Komeleya Mafê Mirovan
    Goristana Xerzan ku endamên PKKê lê hatibûn definkirin û bi fermana dozgeriyê ve hatibûn derxistin

    'KÊLIKÊN GORAN JÎ HATINE ŞIKANDIN'

    Di raporê de hate gotin ku goristan bi tevahî hatiye rûxandin û wiha berdewam dike: "Di lêkolînên ku hatin kirin de qada goristanê ya li gundê Oleka Jorîn a girêdayî navenda Bedlîsê, bi maşîneyên kar rûxandine, piştî lêkolînê diyar bû ku gor vala ne, li herêmê beton û rûxandinek mezin heye, li qada goristanê gelek kevirên goran ên kesk, sor û zer ku nivîs û sembol li serin, hatine dîtin. Li herêmê tu hestiyên aydê cenazeyan nehatine dîtin. Di dema lêkolînê de bi kurtî vîdeo û çend wêne hatine kişandin."

    ​Li gorî agahiyan heta niha 5 malbatan serî li komeleyê daye, ÎHD, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) aşkera kirin ku ew ê mudaxîlê pêvajoyê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Li bexçeyê nexweşxaneyê gora komî
    Li Bedlîs û Êlihê 5 hevşaredar hatin desteserkirin
    Bedlîs - Nehira 4 salî di bin traktorê de ma û jiyana xwe ji dest da
    Bedlîs – Li ser malan êriş: 14 kes hatin binçavkirin!
    Bedlîs dê du rojan li Tetwanê be!
    Li Bedlîs û Dîlokê 4 kes hatin girtin
    Etîketan:
    ÎHD, TÎHV, Bedlîs, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de