12:16 25 Gulan 2018
    Sirri Sureyya Onder

    Sirri Sureyya Onder bersiva Hasip Kaplan da

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bersiva Hasip Kaplan da. Kaplan gotibû: "Bila Sirri here fîlman bikşîne û ti kesekî tirk çav bernede cihê Demirtaş."

    Piştî peyama Hasip Kaplan a Twitterê, HDPê jî bersiva Kaplan da û peyamek belav kir: "Ti eleqeya wî bi nêrîn û polîtîkaya me tineye. Em şermezar dikin."

    Li gor îdîaya Odatvyê, Navenda Giştî ya HDPê ji bo Hasip Kaplan îxraç bike amadehiyan dike. Kaplan jî di peyameke xwe din de got: "Ji siyasetê jî û ji partiyê jî îstîfa dikim."

    Sirri Sureyya Onder di hevpeyvîna xwe ya Odatvyê de ji bo Hasip Kaplan got: "Hevserokatiya giştî ya HDPê ne cihekî ku mirov çav berdê. Hasip em bi partiyên din re şaş kirine. Dema ku parlamenterî jî dikir bi hev şaş dikir."

    Sureyya Onder di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez ne namzed û ne jî talibê hevserokatiya giştî ya HDPê me. Ji roja avabûnê hetanî îro gelek caran hevalên min pêşniyar kirin, lê her carê min got bila yên çêtir bikin. Îro jî heman tiştî difikirim."

    Kaplan piştî peyama giştî ya navenda HDPê û daxuyaniya Sirri Sureyya Onder tweeteke din parve kir û got: “Niha di HDPê de ti wezîfeyeke min tineye. Ji bo rêbaza du serdeman ez bûm namzed, lê ez bi daxuyaniya parlamenterên ku ji vê rêbazê miafin xemgîn bûm. Ma ev nîjadperestî ye? Hûn ê min bidin disîplînê? Hewce tineye, ez ji siyasetê jî û ji partiyê jî îstîfa dikim. Dema ku nûnerekî tirk di Kongreya Neteweyî ya Kurd de hat hilbijartin divê min ev tişt bikira. Biborin.”

    Onder dirêjiya axaftina xwe de got: "Nîjadperestî nexweşiyeke hestî ye. Wek mînaka Hasip carna mirov ji însaniyeta mirov dike. Xeta vê siyasetê bi saya kurd, tirk, ermenî, çerkez û hemû zarokê xelkên Tirkiyeyê hatiye ve merhaleye. Zarokên gel ku yên tirk jî di nav de li Rojava, Pirsûs, Şingal û li Gara Enqereyê canê ji dest dane. Zîniyeta Hasip bêqîmet e û encex mirov dikare tif bikê. Kesekî ku bi qasÎ zerre ar û şerm pê re hebe li ber xatirata wan divê şerm bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Onder: Bi ricaya dewletê bi hemû fermandarên PKKê re civiyam
    Onder: Em dixwazin fêrî rewşa tendurustiya Ocalan bibin
    Sirri Sureyya Onder: Yekîtiya HDP û CHPê şert e
    Sirri Sureyya Onder: Ez dev ji siyasetê berdidim
    Parlementerê HDPê Onder, bo parlementerên girtî ji DMê randevu stand
    Parlemeterê HDPê Onder ji wezîrê tirk re got: Tê jî bê girtin
    Etîketan:
    HDP, Hasip Kaplan, Sirri Sureya Onder, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de