07:34 20 Nîsan 2018
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu

    Wezîrê tirk Soylu: Divê em heqê Îranê nexwin

    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu diyar kir ku 50% ji dîwarê navbera Tirkiye û Îranê qediyaye û diyar kir ku helwesta Îranê avaker bû û wiha got: " "Helbet divê em heqê Îranê nexwin. Ji bo xebata bi me re, dewleta Îranê bi awayekî cidî hêsankarî kir."

    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li li bajarê Îdirê diyar kir ku ji bo dîwarê li ser sînorê Îranê tê avakirin kontrol bike hatiye vê derê.

    Soylu tirk diyar kir ku ji bo "têkoşîna li dijî terorê, rêgirtina li ber qaçaxiyê û rêgirtina li ber koçberiya nebirêkûpêk, pêwîstiya avakirina dîwarekî 144 kîlometreyî çêbûye."
    Di berdewamiya axiftina xwe de got ku di 8 mehan de 50% ji dîwarî xelas kiriye.

    Li ser helwesta Îranê jî, rayedarê tirk diyar kir ku Îranê helwesteke avaker nîşan daye û wiha got: "Helbet divê em heqê Îranê nexwin. Ji bo xebata bi me re, dewleta Îranê bi awayekî cidî hêsankarî kir. Gavên hatine avêtin jî, di vê mijarê de bi awayekî hevpar hatin avêtin. "

    Bi heman mijarî:

    Rêjeya zîrekîtiya Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê çiqas e?
    Sererkanên Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser hevkariya Sûriyê axivîn
    ‘Hevdîtina Soçiyê ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê kêliyeke sembolîk e’
    Îran: Çekberdana Hîzbûllahê nayê muzakerekirin
    'Rûsya û Îran di mijara YPGê de ji Tirkiyeyê cuda difikirin'
    'Rûsya, Îran û Tirkiyê koalîsyoneke rasteqîn a dijterorê avakirin'
    Îran: Peydabûna DAIŞê bi kêrî me hat
    Etîketan:
    dîwarê navbera Îran û Tirkiyeyê, Suleyman Soylu, Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de