07:39 24 Nîsan 2018
    Mamoste û xwendekar

    Mamosteyên kurdî li benda tayînê ne

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    0 21

    Mahmut Yurguçê mamosteyê zimanê kurdî ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku wan kampanyayek li ser Twitterê daye destpêkirin ku ji bo herî kêm hezar mamosteyên kurdî ji aliyê dewletê ve werin tayin kirin.

    Di van çend rojên dawî de li ser medyaya civakî bi taybet jî di Twitterê kampanyayeke balkêş ya mamosteyên zimanê kurdî û kesên ku birêveberiya wan dikin birêve diçe. Kampanyaya ku bi hashtaga Kürtçe Öğretmenleri 1000 Kadro Bekliyor  (Mamsoteyên kurd li benda hezar tayînî ne) berdewam dike li ser Twitterê rastî eleqeya kurdan tê. Li ser navê koma ku ev kampanya daye destpêkirin mamosteyê zimanê kurdî Mahmut Yurguç ji agahî dane Spûtnîk Kurdistanê.

    ‘EM DIXWAZIN ZIMANÊ KURDÎ HÎNÎ ZAROKÊN KURD BIKIN'

    Yurguc diyar kir ku wan wekî kesên ku ji zanîngeha Mûşê derçûne ev kampanya dane destpêkirin û paşê berfirehtir kirine û weha pê de çû: "Ev kampanya ji bo ku di vê beşê de mezûnên me gelek in, em dixwaz in wek mamoste di vê beşê de ders bidin. Em dizanin ev ders di dibistanên seretayî û navînde wek dersa hilbijartî tên hilbijartin. Gelek xwendevanan jî ev ders hilbijartiye jî. Ji bo we em dixwazin bibin mamoste, qadroyan bigrin û xwendevanên kurd hînî zimanê wan bikin."

    KAMPANYA JI ALIYÊ DERÇÛYIYÊN 3 ZANÎNGEHAN VE TÊ BIREVEBIRIN

    Yurguç derbarê destpêka kampanyayê de jî weha axivî: "Kampanya me weha da destpêkirin. Cara pêşî tenê xwendevanên zanîngeha Muşê ya Alparslanê, komeke me ya Whats Appê hebû. Me di wirde biryar da ku em li ser Twitterê kampanyayeke weha bidin destpêkirin. Paşê me got em komekî din ava bikin û xwendekarên Zanîngeha Mardin Artukluyê û yên zanîngeha Bingolê jî li wir civandin. Wek kampanya me biryar da ku em di Twitterê de destpêbikin."

    JI BILÎ ÇEND MAMOSTEYAN KESÎ HASHTAGA ME PARVENEKIRIYE

    Yurguc destnîşan kir ku wan ji tu deran piştgirî nestendiye û weha pê de çû: "Heya niha ji xeynî çend mamosteyan kesî tu parvekirin nekirine. Parvekirinên li ser Twitterê jî bi xîreta van xwendevane ne. Kampanya tenê keda xwendekare ye, ne yê tu sazî yan komeleya ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Di kontenjana 4.102 mamosteyên ziman de tenê 3 ji bo kurdî hatin veqetandin
    Rojava - Mamosteyên kurdî ji bo dibistanan tên perwerdekirin
    Mamosteyên zimanê kurdî dest bi kar kirin!
    NYyê mamosteyên Kurdistanê perwerde kirin
    Ji du mamosteyên ku di grêva birçîbûnê de bûn Ozakca berdan, Gulmen hê jî girtî ye
    Mamosteyên Êzidî: ‘Çarenivîsa êzidîyan û Kurdistanê yek e’
    Etîketan:
    agahî, zimanê kurdî, mamoste, Mahmut Yurguc, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de