01:02 21 Nîsan 2018
    Partiyên kurdistanî

    Partiyên Kurdistanî rojeva kurdan nirxandin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP) û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) doh li Amedê civiyan û li ser mijarên wekî xwepêşandanên li Îranê û biryarnameyên di hikmê qanûnê (KHK) de û hilbijartinên şaredarî, parlamento û serokomariyê gotûbêj kirin.

    Partî û tevgerên ku xwe wekî Kurdistanî binavdikin derbarê civîna xwe de daxuyaniyek belav kirin û ragihandin ku wan pêwîstî dîtiye ku hinek agahdariyan bi raya giştî re parve bikin.

    ‘EM PIŞTGIRIYA XWEPÊŞANDANÊN LI ÎRANÊ DIKIN'

    Di daxuyaniya partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê de wiha tê gotin: "Ev çend roj in li Îranê gel li dijî hejarî û gendelîyê, li dijî neheqî û zilmê serhildaye. Gelê Îranê daxwaza başkirina rewşa aborîyê û daxwaza jiyaneke mirovane dikin. Gelê Îranê daxwaza azadîyê, wekhevî û edaletê dikin. Li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî gelê me xwepêşandanên nerazîbûnê li dar dixin. Partiyên Kurdan ên Rojhilatê Kurdistanê jî piştgiriya xwepêşanderan dikin."

    Di daxuyaniyê de balhat kêşan ku îro li gel miletê Kurd, Azerî, Belûcî, Ereb miletên din jî ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêparin.

    Herwiha van partî û tevgerên Bakur destnîşan kirin ku: "Di bin vê zilmê de serhildana gelê Îranê serhildaneke meşrû ye û divê raya giştî ya cîhanê gelê Îranê bi tenê nehêlin, piştgiriya vê serhildana meşrû bikin. Em careke din diyar dikin ku em li gel têkoşîna azadiyê ya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ne. Şertên herêmî û yên navnetewî dikare gelek firsendan bîne ber deriyê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê. Em di wê bawerîyê de ne, ji bo ku em bikaribin ji van firsendan feydê werbigirin, beriya her tiştî divê hêzên netewî û demokratîk ên Rojhilatê welatê me tifaqa xwe pêk bînin."

    REWŞA AWARTE

    Partî û tevgerên navborî bibîr xistin ev e ji sal û nîvekê zêdetir e rewşa awarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye îlankirin û ew li dijî herdu biryarnameyên vê dawiyê hatine derxistin in û dibêjin: "Her tişt bi biryarnameyên cîhê qanûn girtine tê birêvebirin. Her roj baştir eşkere dibe ku rewşa awarte di eslê xwe de sîstema bêhiqûqiyê ye, sîstema tunekirina hemû maf û azadîyan e.

    Em van herdu biryarnameyan jî şermezar dikin û demildest divê hikumeta Tirkiyê van biryarnameyan betal bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdistanî Îran şermezar kir!
    Salih Muslim: Em dixwazin peywendiyên me bi hemû partiyên Kurdistanî re baş bin
    5 Partiyên Kurdistanî rakirina parêzbendiyan şermezar kir
    Partiyên Kurdistanî bangî PKKê kir: Agirbestê ragihînin
    Partiyên Kurdistanî ji bo agirbestê dest bi xebatê dikin
    Partiyên Kurdistanî: ‘Bila şer ji nav bajaran derkeve'
    Etîketan:
    xwepêşandan, rewşa awarte, daxuyanî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de