08:24 23 Nîsan 2018
    girtîgeh-girtîgeha amedê

    Li girtîgeha Amedê jî li hember cilên yekreng protestoyan dest pê kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çalakiyên protestoyî yên li hember cilên yekreng ku li girtîgeha Duzceyê destpêkiribûn, li girtîgeha Amedê jî dest pê kirin. Parêzer Muhterem Suren ragihand ku li girtîgeha Amedê, ji bo kesên ku li hember cilên yekreng derketine, cezayê qutkirine ragihandinê hatiye dayin.

    Hat ragihandin ku birêveberiya Girtîgeha tîpa Dyê ya Amedê, ceza li wan girtiyên biriye ku ji bo protestoya cilên yekreng derneketine hevdîtina bi malbatên xwe re.
    Parêzer Muhterem Suren, diyar kir ku hevalên wê yên parezer roja înê bi girtiyan re hevdîtin pêkanîne û girtiyan ragihandiye ku li hember cilên yekreng dê mehekê dernekevine hevdîtinên bi malbatên xwe re. Suren destnîşankir ku, her çi qasî nehatibe ragihandin jî cezayê qutkirina ragihandinê li girtiyan hatiye birîn.
    Berî niha jî girtiyên ji ber doza PKKê û FETOyê girtî yên di girtîgeha Duzceyê de ji bo protestoya cilên yekreng, biryar dabûn ku dernekevin hevdîtinên bi malbat û xizmên xwe re.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo mehkûmên FETOyî li Tirkiyeyê 50 girtîgeh têne vekirin
    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Etîketan:
    protesto, girtî, girtîgeh, Muhterem Suren, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de