14:53 19 Nîsan 2018
    Abdullah Gul

    ‘Dibe ku Gul bi hezar îmzeyê derê pêşberê Erdogan’

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamevan Okan Muderizoglu di nivîsa xwe ya nû de behsa reqabeta di navbera Gul û Erdogan de kir: 'Dibe ku Gul bi hezar îmzeyan bibe reqîbê Erdogan'

    Serokkomarê kevin yê yanzdehemîn Abdullah Gul li ser Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de li hukumetê rexneyan kiribû. Li ser rexneya Gul Erdogan jî bersiv dabû. Bi vê mebestê ev demeke di navbera Gul û Erdogan de dilsariyek derket holê. Li ser vê gelek spekulasyonên hatin nivîsîn.

    Rojnamevanê Sabahê Okan Muderizoglu di nivîsa xwe ya herî dawiyê de şerê di navbera Gul û Erdogan de anî ziman. Muderizoglu îdia kir ku, li ser Erdogan çend senaryo hatine amadekirin. Di wan de ya herî muhim endamtiya Gul  e. Okan Muderizoglu balê kêşand ser ku Gul wê bibe endam lê ne wek nûnerê partiyek, wek endamek serbixwe. Ji bo vê jî wê Gul 100 hezar îmze tovbike û li hember Erdogan bibe namzetê serokkomariyê.

    Bi heman mijarî:

    ‘Erdogan muxalifbûna Gul a bi eşkere hezm nake'
    Abdullatif Şener: Ez di partiya Abdullah Gul de cih nagrim
    Erdogan difikire ku Gul dê bibe namzet
    Abdullah Gul bersiv da Erdogan û AKPê
    Etîketan:
    endambûn, Erdogan, hilbijartin, Erdogan, Abdullah Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de