05:44 22 Nîsan 2018
    Alaya HDP

    Hevserokê HDPê li Çorluyê jiyana xwe ji dest da

    © Foto : Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê yê bajarê Tekirdagê Salim Gumuşê 36 salî ji ber bûyereke trafîkê li Çorluyê jiyana xwe ji dest da.

    Hevserokê Partiya Dmeokratîk a Gelan (HDP) yê bajarê Tekirdagê Salim Gumuşê 36 salî ji ber bûyereke trafîkê li Çorluyê jiyana xwe ji dest da. Qeza nîvê şevê li ser Kolana Omûrlûk a Çorlûyê pêk hat.

    Li gorî zanyariyên berdest, Salim Gumuş piştî ku kafeya xwe girt, bi wesayîta xwe ya ber bi mala xwe rêdikeve, lê li xaçerêya dibistana Kız Meslek Lisesiyê kontrola wesayîtê ji dest dide û qeza dike.

    Salim Gumuş bi ambulansê veguhestin Nexweşxaneya Dewlet s Çorluyê, lê digel hemû midexaleyan tendirustî jî jiyana xwe ji dest da.

    Li gor agahiyan, cenazeyê Gumuş li Nexweşxaneya Dewletê ya Tekirdagê ye û dê sibe bê definkirin.

    Bi heman mijarî:

    HDP 4 û 5ê Rêbendanê li Amedê dikeve kampê
    HDP: Pêdivî bi Abdulah Gul jî heye
    HDP: Ger rewş neyê guhertin dê li Tirkiyeyê şerê navxweyî derkeve
    Baskin Oran: Tê xwestin ku HDP were girtin
    'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'
    Etîketan:
    HDP, Salim Gumus, Tekirdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de