17:08 24 Nîsan 2018
    Osman Baydemir

    Parlamenterê Rihayê Baydemirê ku hatibû binçavkirin, serbest hat berdan

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 05

    Parlamenterê Rihayê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Osman Baydemir, li Izmîra ku di çarçoveya bernameyên partiya xwe de çûbûyê hatibû binçavkirin. Baydemir piştî ku bi rêya SEGBISê îfadeya xwe da serbest hate berdan.

    Parlamenterê Rihayê û berdevkê HDPê Osman Baydemir ji bo bernameyeke partiyê çûbû Îzmîrê. Ji ber ku Dadgeha Cezaya Asliye ya Şirnexê bi şev ne amade bû Osman Baydemir niha li mêvanxaneya SGK tê girtin.

    Osman Baydemir îro seat li 09.00an li edliya Îzmîrê bi rêya sîstema deng dîmen (SEGBÎS) dest bi dayina îfadeya xwe kiribû. Piştî ku Baydemir îfadeya xwe da, serbest hat berdan.

    Çima hate desteserkirin?

    Baydemr xwestibû kiryarên 27ê Berfanbara 2015ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li hemberî cenazeyan hatî kirin protesto bike, piştre bi hêceta ku "yasaya xwepêşandan. meş û civînan binpê kiriye" doz li hemberî wî hatibû vekirin. Parlamenterê Rihayê dê ji ber vê doze îfadeya xwe bide.

    Bi heman mijarî:

    'Cezakirina Baydemir siyaseta dewletê ya înkar û asîmîlasyonê nîşan dide'
    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Ji Baydemir re salek û nîv cezayê girtinê hat dayîn
    Baydemir: Gelo dixwazin li Herêma Kurdistanê jî qeyûm werin tayînkirin
    Etîketan:
    HDP, Osman Baydemir, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de