11:10 23 Hezîran 2018
Erdogan û Macron li Parîsê

Erdogan: Em nahêlin PYD/YPG xwe bigihîne Behra Spî

© AFP 2018 / LUDOVIC MARIN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 09

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina rûbirû civîna çapameniyê ya hevpar li dar dixin. Erdogan got, 'Em nahêlin PYD/YPG xwe bigihîne Behra Spî'

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîna hevpar de diyar kir ku, "Gelek mijar hene divê bên çareserkirin. Mijara herî sereke ku me di hevdîtinê de pêk anî, têkoşîna li dijî terorîzmê bû. Em li dijî PKKê têdikoşin, lewre PKK ji bo me rêxistineke terorî ye. Em ê têkoşîna xwe yê li dijî rêxistina DAIŞê û rêxistinên din dewam bike."

'PIŞTÎ DAIŞÊ DIVÊ LI SÛRIYEYÊ AŞTÎ Û ÎSTIQRAR BÊ SAZKIRIN'

Macron wiha dewam kir: "Li ser meseleya Filistinê divê her du dewlet li aliyê çareseriyê bin. Piştî DAIŞê divê li Sûriyeyê aştî û îstîqrar bê sazkirin û ji bo pêşeroja Sûriyeyê divê em bi hev re bixebitin."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî derbarê PYD û YPGê de axivî û destnîşan kir ku, "Ew şaxekî ji PKKê ne û divê têkoşîna hevpar li dijî wan bê dayîn. Hin dostên me qaşo bi PYDê re têkoşîna li dijî DAIŞê dikin."

'AMERÎKAYA KU LI NATOYÊ HEVKARÊ ME YE ÇEKAN DIDE YPG/PYDÊ'

Erdogan wiha berdewam kir "Em dê nehêlin ku PYD/YPG korîdorekê ava bike. Çi hewce dike em dê bikin, bi tu awayî em jê venagerin. Hemû mesele ew e ku li rêyekê digerin ku YPG/PYD xwe bigihîne Behra Spî. Em destûra vê yekê nadin. Amerîkayê ku li NATOyê hevkarê me ye çekan dide van, ev yek cihê mixabîniyê ye. Ger em hevkarên hev divê em egera bînie ceh. Bi ya me divê gele Sûriyeyê bêyî Esad bi vîna xwe û bi awayekî demokratîk hilbijartinekê li dar bixe."

Bi heman mijarî:

Macron ji bo Bexda û Hewlêrê bangewazî kir û got: Pêwîst e Heşda Şeibî çek deyne
Tirkiyê bersiv da Macron
Macron: Hew maye ku me bi Îranê re têkin şer
Macron bersiva Esad da: Li şûna ku biçe xwe daye benda DAIŞê
Macron: Rûsya û Îran li qadê bi ser ketin; dê Esad bimîne
Barzanî û Macron di civîna çapemeniyê de daxuyanî dan
Etîketan:
DAIŞ, PKK, PYD, Makron, Erdogan, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de