12:51 25 Hezîran 2018
Jineke kurd bi wêneyê Selahattin Demirtaş

Selahattin Demirtaş çima naxwaze hevseroktiyê bidomîne?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlementerê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar li ser rewşa Demirtaş axivî: Dema ku em li nameya Demirtaş dinhêrin her tişt eşkere dixwiye, di van şertan de heserokatî ne mumkun e.

Partiya Demokratîk ya Gelan bi mebesta nirxandina biryara Demirtaş ya di derbarê berdana emdatiyê de dabû li Amedê civiya. Gelek parlementer û rayedarên partiye tevlê civînê bûn. Parlementerê Mêrdînê Mithat Sancar di derbarê pêvajoyê de ji ‘ozguruz.org’ re axivî. Sancar di derbarê biryara Demîrtaş de wiha got: “Dema ku em li nameya Demirtaş dinhêrin em dibînin ku gelek bi berfireh fikiriye û biryarek pirawayî hildaye. Bê guman Demirtaş ji bo vê partiyê şexsiyetek gelek girîng e û bi rola xwe ya hevseroktiyê jî gelek tiştên mezin kir. Lê belê diyar e wî dîtiye ku  di şertên girtîgehê de lirêbirina hevseroktiyê dijwar e.

‘IHTIMALA HILBIJARTINÊ ÎSAL HEYE’

Parlementer Sancar di vê çarçovê de behsa rewşa Tirkiyê jî kir. Sancar: “di mesela biryara Demirtaş de sedema herî bibandor rewşa vê gav ku Tirkiye tê de ye. Lewra hem rewşa awarte berdewam e hem jî li hemberê siyasetmedarên me, em dikarin bibêjin ku komkojiyek siyasî tê meşandin. Hûn jî dizanin ku di çend rojên dawî de ji çend parlementerê me re bi dehan sal ceza hatin birînê. Ev rewşa han jî dide nîşan, ihtimalek mezin heye ku di vê salê de hilbijartin bê kirin. Ev îhtimala jî li ser biryara Demirtaş bandorê kiriye. Lewra Demirtaş, naxwaze ku bi awayek girtî di pêvajoya hilbijartinê de hevseroktiyê bike.

‘VÊ GAV NAV NE DIYAR IN’

Mithat Sancar li ser pirsa “alternatîfa Demirtaş kî ye” jî van gotinan kir: Her çiqas li nav milet navê çend hevalên me derbas bibe jî vê gav em li ser navan naaxivin. Lewra diyarkirina navên nû di çanda partiya me de bi pêvajoyek dirêj dibe. Li ser vê meselê bi hemû saziyan re civîn tên kirin, gelek kesan re şêwr tên kirin dûre nav dertên holê. Lê ev mesele jî, lazim e beriya kongreya me ya di 4-5 Sibatê de zelal bibe.  Li cem me ji navê şexsan bêtir wezîfepêkanîn girîng e. Di vê meselê de jî em bi hemû hevalên xwe bawer in.

‘DEMIRTAŞ SIYASETÊ BERNADE’

Mithad Sancar di dawiya axaftina xwe de bale kişand ser ku Selahattin Demirtaş siyasetê an jî partiyê bernade tenê gorê şertê û mercên ku niha tê de ye dixwaze hevseroktiyê berde. Bila ev noxte bi xeletî neyê fêhmkirin. A muhim ew e ku kî dibe bila bibe ew kes gere bi hemû berpirsiyariya xwe vê karî bike û bi milet re jî bibe yek.

 

Bi heman mijarî:

HDP: Ger rewş neyê guhertin dê li Tirkiyeyê şerê navxweyî derkeve
'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'
HDP: Tu kes mecbur nîn e ku bedêla sûc û tawanên AKPê bikşîne
HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
Etîketan:
Kongre, Demirtaş, HDP, Turkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de