16:34 20 Sibat 2018
Zindî
    Partiya Yekîtiya Otukenê

    Li Tirkiyeyê bi navê Partiya Yekîtiya Otukenê partiyeke nijadperest hat damezrandin

    © Foto: Youtube
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Li Tirkiyeyê bi navê Partiya Yekîtiya Otukênê partiyeke nijadperest hat damezrandin. Bi damezrandina vê partiyê re hejmara partiyan li Tirkiyeyê derkete 88an. Di bernameya partiyê de hat diyar kirin ku, "Ji bo ku em nijada tirk nijada herî nirxbilind dibînin, ji bo ku em bibêjin Tirkiye ya tirkan e, me partiyek damezrand."

    Li gorî nûçeya ji Nergis Demirkaya ya Gazete Duvarê navê kurt yê partiya nû Otuken e, serokê giştî yê partiye M. Hakan Semerci ye. Herwiha li gorî nûçeyê avakar û destûrnameya wê hîn li malpera Dadgeha Bilind a Temyîzê (Yargitay) nehatiye zêdekirin

    Bi avakirina Partiya Yekîtiya Otukenê re hejmara partiyên siyasî li Tirkiyeyê derkete 88 an. OTUKENê di bernameya xwe ya partiyê de cih dide fikrên nijadperest û tirkperest, "Ji bo ku em neteweya tirk neteweya herî nirxbilind dibînin, ji bo ku em bibêjin ku Tirkiye ya tirkan e me partiyek damezrand."

    ‘JI BO KU EM NETEWEYA TIRK NETEWEYA HERÎ NIRXBILIND DIBÎNIN…'

    Di nava bernamaya partiye de îbareyên nijadperest hene, "Ji bo ku em tirkan nijada herî bilind dibînin, ji bo ku em bibêjin ku Tirkiye ya tirkan e me partiyek damezrand."

    Partiya Otukenê li ser esasê nijadê hatiye damezrandin, li gorî me milet nijad e. Armanca hebûna gele tirk serweriya dinyayê ye. Em dê tirkperestiyê bixine felsefeya bingehîn a dewletê.

    Ji bernameya partiyê Otukenê hin hûrgilî wiha ne:

    ‘DÊ FERMANBAR, LEŞKER Û POLÊS TIRK BIN'

    • Li gorî bernameya partiyê dê di dezgehên dewletê de bi têne tirk bixebitin. Yên ku ne ji bîrdoziya tirkperestiyê bin, dê nikaribin di sazî û dezgehên dewletê de bixebitin.
    • Dê leşker û polês tirk bin û zewaca wan a bi biyaniyan re were qedexekirin.
    • Dê hatina penaberan were rawestandin. Dê hemwelatîtiya wan were betalkirin û ew bo welatên wan bêne şandin.
    • Dê sizaya darvekirinê dîsa bê sepandin.

    Bi heman mijarî:

    Li deriyê welatiyên elewî tehdîd û îşaretên nijadperest hatine nivîsandin
    Li Venedîkê li dijî penaberê xeniqî gotinên nijadperest: Vegere mala xwe
    Serokê PVVê ê nijadperest wê bê darizandin
    Talebaya nijadperest hêj nehatiye rakirin
    Li dijî avahiya HDPê êrişa nijadperest!
    Etîketan:
    Partiya Nijadperest, Partiya Otukenê, Otuken, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de