18:27 25 Sibat 2018
Zindî
    Idris Baluken

    Idris Baluken ji girtîgehê peyamek şand

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamenterê HDPê yê Amedê Idris Baluken, ku zêdetirî 16 salan ceza lê hat birîn, ji Girtîgeha Tîpa F ya li Sincanê peyamek şand.

    Parlamenterê HDPê yê Amedê Idris Baluken, ku 16 sal û 11 meh ceza lê hat birîn, ji girtîgehê peyamek şand û di wê peyama xwe de got, "Ji aliyê hemû welêt û rayagiştî ya navneteweyî ve tê zanîn ku pêvajoyên darizandinê yên xebatên me yên siyaseta demokratîk dikin armanc, ne hiqûqî ne, siyasî ne."

    ‘OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ BERDEWAM DIKE'

    Baluken ev tişt gotin, "Biryara siyasî ya di 4ê Rêbendana 2018an de wekî biryareke derhiqûqî û neadilane derbarê min de hat dayîn, dide nîşan ku operasyonên qirkirina siyasî berdewam dikin. Armanca vê biryarê rawestandina têkoşîna me ya demokrasi, aşitî û azadiyê ye. Divê hemû gelê bizanibe ku berdêla wê çi dibe bila be, em ê heta dawiyê bi nirxên têkoşîna xwe ya azadî demokrasiye ve girêdayî bin."

    Bi heman mijarî:

    HDPê derbarê cezakirina Baluken de daxuyanî da
    16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Baluken hate birîn
    Baluken: Ez û misteşarê MÎTê bi hev re beşdarî civîna xweseriyê bûn
    Baluken di doza ku 3.5 sal cezayê hepsê dihat xwestin de beraet kir
    Idris Baluken hat girtin
    Etîketan:
    şandin, peyam, Girtîgeha Tîpa F ya Sincanê, Parlamenterê HDPê yê Amedê, Idris baluken, Sincan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de