06:45 18 Hezîran 2018
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu

Baroya Stenbolê giliyê Suleyman Soylu kir

© Sputnik / Yurdagül Şimşek
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Baroya Stenbolê ji ber îfadeya Soylu ya ku ji polêsan re gotibû “lingê wan bişkînin û bavên sitûyê min” gilî kir.

Baroya Stenbolê giliyê Soylu kir û daxwaza dozvekirinê kir. Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu di 3yê mehê de di daxuyaniyeke xwe de bang li polîsan kir û got “yên ku maddeyên hişber difiroşin lingê wan bişikînin û bavên sitûyê min.” Ji gelek hêlan ve rexneyên tund ji vê gotinê re hatibûn kirin. Herî dawîyê baroya Stenbolê jî giliyê Soylu kir û ji ber mabesta ku Soylu "polîsan teşwîqê işkenceyê dike” daxwaza dozvekirinê kir.   

Her wiha parlementerê CHPê yê Manisayê Yildiz Bîçer jî ji ber heman mebestê di derheqê van gotinên Suleyman Soylu ji dadgehê daxwaza dozvekirinê kiribû

 

Bi heman mijarî:

Soylu: Agahiyên nû derbarê çekdayîna YPGê ya Amerîkayê ji me re tên
Soylu: Hinek dixwazin bibêjin PKKê ne terorîst e
Soylu: Dixwazin bi Barzanî astengiyan derxînin
Soylu: Em ê yek bi yek bi PKKyiyan re biaxifin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de