15:55 24 Hezîran 2018
Karê Diyanetê

Diyanetê ji pare gav avêt

© Foto : Vikipedi
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Diyanetê daxuyaniya xwe ya di derbarê zewaca zarokan de vekişand "Ev ne însanî ye ne jî wijdani ye"

Saziya diyanetê beriya çendekê ragihandibû ku “keçik di 9 saliya xwe de lawik ji di 12 saliya xwe de dikare bizewice” gelek kesan bertek nîşanê vê daxuyanê dabû. Ji saziya diyanetê serokê karen olî Ekrem Keleş îro ji pare gav avêt û got: Ev tişt ne exlaqî ye ne jî însanî ye, gorê me “keçik beriya 17 saliya xwe law jî beriya 18 saliya xwe gere nezewicin”

Keleş axaftina xwe wiha domand, ew tebîra ku beriyê de di derbarê “9 saliya keçan” de hatibû kirin tebîreke biyolojîk bû. Dibe mirov di 9 saliya xwe de balix bibe lê tu wicdan zaroka di 9 saliyê de nazewicîne. Qesta diyanetê jî balixbûna biyolojîk bû.

 

Bi heman mijarî:

Diyanet malpera xwe ya li ser zêde nîqaş hatin kirin girt
Diyanet wê melayên ku bi zimanê Rûsî bizanibe bigire kar
Gormez: Bila Diyanet bi Serokomarê ve bê girêdan
DÎVES: ‘Diyanet teşwîqî şer dike'
Etîketan:
zarok, zewac, Diyanet, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de